Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan

  • jin
  • 09:15 17 Mijdar 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên HDP'î wê çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê ji bo bîranîna Denîz Poyrazê li dar bixin û bi dirûşmeya "Ji bo Denîz neyên qetilkirin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinê bi dirûşmeya "Li dijî tahdeya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derî ne" dakeve qadan. Dê starta çalakiyên di çaçroveya bernameya 25'ê Mijdarê de yên  Meclîsa Jinan ewilî li Îzmîrê bên destpêkirin. 
 
HDP, dê îsal çalakiyên 25'ê Mijdarê ji bo bîranîna Denîz Poyraza ku di êrişa li ser HDP'a Îzmîrê hat qetilkirin de li dar bixe. HDP, dê di 19'ê Mijdarê de li Alsancakê saet di 18.00'an de li ber OSYM'ê daxuyaniyekê bide. Dê ji bajarên herêma Egeyê gelek kes tevli daxuyaniyê bibin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û ji Komîsya Kedê Şaziye Kose tevli daxuyaniyê bibin. 
 
Endama Koordînasyona Jinê û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Berna Çelîk, ji bo beşdarbûna daxuyaniyê bang kir. Çelîk got: "Ev 25'ê Mijdara ewil a piştî qetilkirina Denîzê ye. Hevala me Denîz bi rêbazeke DAIŞ'î hat qetilkirin. Me xwest em di 25'ê Mijdarê de hevala xwe Denîzê careke din bibîr bînin." 
 
JI BO DENÎZ NEYÊN QETILKIRIN...
 
Çelîk, diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de ne ku şer û xizanî pir kûr bûye û got: "Her roj jin ji hêla bavê xwe, hevjînên xwe, hevalên xwe yên mêr ve tên qetilkirin. Peyman û qanûnên ku jinan diparêzin tên betalkirin. Mînaka herî dawî jî Peymana Stenbolê bû. Em vê biryara fesixkirinê qebûl nakin. Dibe ku ev fesix li ser qaxezê be, lê em jin dê li qadan bersiva vê bidin. Em ji bo beşdarbûna çalakiya 19'ê Mijdarê ya Meclîsa Jinan a HDP'ê û meşa 25'ê Mijdarê ya Platforma Jinan a Îzmîrê gazî hemû jinan dikin. Em gazî hemû jinan dikin ku ji bo Denîzine din neyên qetilkirin dakevin qadan." 
 
Çelîk, bilêv kir ku li tevahiya herêma Egeyê xebatên hevpar ên Meclîsa Jinan a HDP'ê û Platforma Jinan a Îzmîrê hene û got: "Ji xeynî vê li bajarên herêmê xebatên me bi xwe jî hene. DÊ ev xebat bi awayê forûm, gotûbêj û atolyeyan bin. Em hewl didin heya 25'ê Mijdarê van xebatên xwe temam bikin." 
 
MA/ Ozlem Yayan