Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin

  • jin
  • 11:32 25 Mijdar 2021
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê diomîne, ev tişt got: "Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin."
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. NobetA Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 262'an de berdewam dike. Malbat ji navçeya Pirsûsê hat û li "Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" a li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir. 
 
'PEYMAN STENBOLÊ DIDE JIYANDIN'
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê ev peyam parve kir: "Dayikek 9 meh in ji ber êrişeke fizîkî û derûnî lê hatiye kirin; Platforma Jinan a Bajar a Rihayê, di Roja Piştevanî û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê de, bû dengê dayikê. Wê jinên birûmet qismetê bêyom ê welat biguherînin. #istanbulsozlesmesiyasatir."