Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin

  • jin
  • 14:19 25 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Parêzeran diyar kir ku jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bi têkoşîna xwe tên sûcdarkirin û gazî jinan kirin ku beşdarî danişîna wê di 29’ê mijdarê de pêk were bibin. 
 
Jinên parêzer ên li Doza Kobanê dinêrin û Platforma Jinan a Enqereyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî, ji bo jinên di Doza Kobanê de tên darizandin, li avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gelek jinên parêzer beşdarî civînê bûn. Parêzer Sînem Coşkûn daxuyanî da û got ew ê tu carî dest ji têkoşîna azadiya jinan bernedin. Coşkûn destnîşan kir ku jinên tên binçavkirin, girtin û jinên mafê jinan diparêzin û jinên siyasetmedar ên ji Doza Kobanê tên darizandin ji ber xebatên têkoşîna azadiya jinan tên darizandin. Coşkûn got têkoşîna van jinan dikin mijara sûcdariyê. Coşkûn bi bîr xist ku di 29’ê mijdarê de wê danişîna Doza Kobanê were lidarxistin û gazî jinan kir ku beşdar bibin û piştevaniya jinên siyasetmedar ên girtî bikin.