Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin 2024-09-17 13:08:56   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, Basa û Hezexê polîsan bi ser malan de girt û gelek kes kirin binçavan.    Li navçeyên Cizîrê, Basa û Hezexê yên Şirnexê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes kirin binçavan. Li taxa Cudî ya Cizîrê polîsan avêt ser malan, li gundê Bana yê Basa, li gundê Hespist ê Hezexê jî hezexê jî leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de H. T. A.T. B.E. û A.E. jî di nav de gelek kesê ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.