ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-19 09:00:13 * Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bal kişand ser girîngiya mîtînga "azadiyê" ku wê di 13'ê cotmehê de li Amedê tê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê bicivin û ji vê rewşa heyî re bêjin bes e."  * Rêzan Ayhan ku behsa hevjînê xwe siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê ku ji ber cezayê hatibû birîn û çûbû Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest da kir, diyar kir ku hevserê wê di axaftin û pratîkê de yek bûye û got: “Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir."    * Malbatên ku xizmên xwe yên di girtîgehên dûr de ne nabînin, diyar kirin ku tecrîda li ser kesên li derve zêdetir bûye û banga "piştevaniya civakî" kirin.   * Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku di modela ‘malbata pîroz’ a ku AKP wek pîroz dibîne de jin tên qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin û wiha got: “Modela malbatê ya tê ferzkirin jinan lewaz dike.”    * Kemal Kose yê endamê Sendîkaya Tekgida-Îşê diyar kir ku ji ber endamtiya sendîkayê Fabrîqeya Polenez Gidayê 146 hevalên wan ji kar derxistiye û got ku ji bo boykotkirina hilberînin fabrîqeyê dê li 81 bajaran banga hevpar bikin.    * Ji bo serlêdana sûc a derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan û Alî Aydin û Alî Suat Ertosun de ku îmzeya wan di bin biryara “Operasyona Vegera li Jiyanê” de hebû, biryara “bêrayetiyê” hate dayin.   * Malbata Feray Şahîn a Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl ew qetil kir, 7 sal in têkoşîna edaletê dide. Bav Bekîr Şahîn, got: “Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê hin serdanan bike. (09.00-20.00)   * Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê dê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Karabukê tên kirin, li avahiyê navenda partiyê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ   * DEM Partî dê serdana karkerên Fernasê yên li Enqereyê li ber xwe didin bike. (12.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê li Meclisê bidome. (13.00-17.00)