Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû 2024-09-19 09:03:19 RIHA - Rêzan Ayhan ku behsa hevjînê xwe siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê ku ji ber cezayê hatibû birîn û çûbû Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest da kir, diyar kir ku hevserê wê di axaftin û pratîkê de yek bûye û got: “Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir."  Di ser mirina siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, 6 sal derbas bûn. Ayhanê ku ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du caran parlamaneteriya Rihayê kir, bi nêzîkatiya xwe şop û bandor li ser gelek kesan hişt. Ayhan heta dawiya jiyana xwe di vê qadê de têkoşiya û wekî siyasetmedarekî kurd ê têkoşer di bîra mirovan de ma.    Di salvegera koça Îbrahîm Ayhan de ku di 20'ê îlona 2018'an de jiyana xwe ji dest da, hevsera wî Rêzan Ayhan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘GOTIN Û KIRINA WÎ YEK BÛ'   Ayhan anî ziman ku Îbrahîm Ayhan di siyaset û jiyanê de şopek hiştiye û wiha got: “Çawa ku stêrkek dixurice li pey xwe şopê dihêle, Îbrahîm jî wisa kir. Dest da dilê mirovan. Bi siyaset û jiyana xwe bû mînak. Ne tenê ji bo xwe şer kir. Wî bûyerên civakî mîna fîlozofekî an zanyarekî bi rê ve dibir û dixwest ku alîkariyê bike. Wî peyamên ku dixwest bide eşkere kirin. Sedema hezkirina wî ew bû ku çi bigota wiha dijiya. Gotin û pratîka wî yek bû. Ez her tim tiştan jê fêr dibûm. Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir."    ‘MALBATA WÎ GEL BÛ'   Ayhan anî ziman ku wê û Îbrahîm Ayhan li Wanê di dema zanîngehê de hev du nas kiriye û wiha pê de çû: “Dema ku min ew nas kir, min hîs kir ku ez tiştanokekê çareser dikim. Min her gav jê re digot, 'Tiştek di te de heye, lê çi ye nizanim.' Ew ne mirovekî pir axivok bû, lê di cihê xwe d ejî nedisekinî. Ew her tim di nav tevgerê de bû. Bertekên wî yên li ser bûyerên civakî tim xurt bûn. Ji ber ku ez di dema Kobanê de dixebitîm, min nikaribû zêde li xem wî bim. Lê wî civakê di ser malbata xwe re didît. Malbata wî gel bû. Ew kesekî bi biryar bû. Di dema Kobanê de çi ji destê wî hat kir. Ew du mehan dom kir û kêliyekê jî ji nava gel derneket. Gava li cihekî problemek hebûya xew bi çavê wî nediket."    Ayhan anî ziman ku Îbrahîm Ayhan bi dosyeyên "sexte" hatiye darizandin û cezakirin û wiha got: "Hewl dan tiştên ku wî nekiriye têxin stuyê wî. Divê tu kes ji ber ramanên xwe neyê darizandin. Siyasetmedar divê li ser bûyerên civakî bisekinin. Divê parlamenter ji ber gotinên xwe neyên darizandin. Der barê gelek siyasetmedaran de hêj doz tên vekirin. Siyasetmedar hîna jî neçar in biçin sirgûnê."   ‘WÊ TÊKOŞÎNA WÎ TIM BIJÎ'   Ayhan da zanîn ku wê di 20'ê Îlonê de ji bo Îbrahîm Ayhan li ser gora wî ya li Goristana Nato ya navçeya Sêweregê merasîmekê li dar bixin û got: "6 sal derbas bûn, me ew ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ya wî nade jibîrkirin, keda wî ya têkoşînê ye. Ji ber vê yekê her sal bi girseyî li ser gora xwe tê bibîranîn. Demê zû wî ji me girt. Lê wê têkoşîna wîher bijî. Tiştên ku jê hez dikir kir û baş dijiya. Ji bîrnekirina wî hêzê dide me. Vî gelî jê hez dikir. Em ê ji bo rojên xweştir xwedî li têkoşîna wî derkevin."   ÎBRAHÎM AYHAN   Îbrahîm Ayhan di sala 1968’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Di sala 1994’an de ji Beşa Fakûlteya Zîraetê ya Zanîngeha 100. Yil a Wanê mezûn bû. Di sala 1997’an de li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Ji ber xebatên sendîkayê sirgûnî Kastamonuyê hat kirin û di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kir û di nava lîsteya “Namzetên hezar hêvî” yên DTP’ê de bû namzet.    Heta 1’ê cotmeha sala 2010’an serokatiya DTP û BDP’a Rihayê kir û di 1’ê cotmeha 2010’an de di çarçoveya operasyona KCK’ê de hat girtin û li Girtîgeha Rihayê ma. Ayhan, bavê 2 zarokan e û di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de weke namzetê serbixwe yê BDP’ê di girtîgehê de kete hilbijartinê û bû parlamenterê Rihayê. Di 3’yê çileya sala 2014’an de hate berdan. Ayhan, di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê hezîrana sala 2015’an û ya 1’ê mijdara 2015’an de weke parlamenterê HDP’ê yê Rihayê hat hilbijartin.     Bi hinceta ku wêneyê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin û 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê salek û 3 meh cezayê hefsê da Ayhan. Piştî ku cezayê wî teqez bûyî jî di 27’ê sibata 2018’an de parlamenteriya wî hat xistin. Li ser vê yekê Ayhan çû Hewlêrê sirgûnê. Dema li Hewlêrê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û li Sêweregê ji hêla dehhezaran ve hat oxirkirin.    MA / Emrullah Acar