Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin 2024-09-19 09:04:52     STENBOL - Ji bo serlêdana sûc a derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan û Alî Aydin û Alî Suat Ertosun de ku îmzeya wan di bin biryara “Operasyona Vegera li Jiyanê” de hebû, biryara “bêrayetiyê” hate dayin.    Di 19’ê kanûna 2000’ê de li Girtîgeha Bayrampaşayê di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de komkujiyek hate kirin. Di komkujiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn. Têkildarî komkujiyê doz hate vekirin û 194 bersûc tên darizandin. Parêzeran, di 24’ê hezîranê de derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Sadettîn Tantan, serokê Daîreya Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Alî Aydin û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Suat Ertosun de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirin.    Serdozgeriyê, bi îdiaya ku kesên behsa xeberê li Enqereyê dijîn, ji bo serlêdanê biryara “bêrayetiyê” da. Serdozgeriyê biryar da ku ji bo lêkolînkirina dosyayê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re were şandin.    ‘LI DIJÎ HIQUQ Û USÛLÊ YE’   Ji parêzeran Guçlu Sevîm biryar nirxand û wiha got: “Yek bi yek derheqê her 3’yan de biryara bêrayetiyê hate dayin û ev li dijî hiqûq û usûlê ye. Serlêdana me ya sûc, têkildarî lingê ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ yê Bayrampaşa ya Stenbolê de ye. Anku cihê sûc Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê ye. Girtîgeha Bayrampaşayê ji hêla rayeyê ve dikeve ber qada rayeyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Lewma biryarên bêrayetiyê yên hatine dayin li dijî Qanûna Muhekemeya Cezayan e. Ji ber vê yekê mirov fêm nake bê ka çima ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatin şandin.”    Sevîmlî, axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha di biryarên bêrayetiyê de wisa hatiye vegotin ku dibêjî qey me derheqê tevahiya operasyonên ‘Vegera li Jiyanê’ de serlêdana sûc kiriye. Wisa hatiye nîşandan. Lê me tenê ji bo lingê operasyonê yê Girtîgeha Bayrampaşayê û derheqê 3 kesan de serlêdan kiriye. Me li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê derheqê 3 kesan de serlêdana sûc kir. Ev yek ji xwe di daxwaznameyê de heye. Jixwe pêvekên serlêdana me ya sûc jî ji belgeyên vê dozê pêk tên. Li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê li van her sê kesan weke şahid hatibû guhdarîkirin. Her wiha belgeyên ku berpirsyartiyên hiqûqî yên van her 3 kesan nîşan didin ketine dosyayê lewma bi salan piştre me serlêdana sûc a dawî kir.”    MA / Omer Îbrahîmoglû