ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-29 09:00:33   ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN   * Ji Dayikên Aştiyê Kumrî Oner di 25’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Mehmet Oner diyar kir ku heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyeke mayinde têkoşiyaye û got: “Tenê xeyala wê aştî û Kurdistaneke azad bû.”    * DEM Partiyê ji 14'ê Gulana 2023'yan ve 247 pêşniyazên qanûnê pêşkeşî meclisê kirine. Ji van pêşniyazan yek jê jî daxilî rojevê nehatine kirin û 673 pêşniyazên ji bo lêkolînê jî hatine redkirin.    * Sebahat Tûncelê diyar kir ku "Plana Çokşikandinê" ya ku 9 sal berê di civîna MGK'ê de hat plansazkirin bi ser neketiye û ji bo gengeşeyên pêvajoya "nû" jî got: "Ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên şênber heye. Paqijkirina rê yek ji van gavên şênber e."    * Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîteyê diyar kir ku ew bi kargehên ku li Baxçeyên Hewselê li dar dixin dixwazin ji bo zarokan derdoreke hînkirina azad biafirînin.   * Kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya dê li Goristana Yenîkoyê ya Rezan a Amedê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)   * Dayikên Aştiyê dê biçin serdana Emîne Şenyaşar. (13.00)