Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner 2024-10-29 09:29:18   ŞIRNEX - Ji Dayikên Aştiyê Kumrî Oner di 25’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Mehmet Oner û rêhevala wê Ayşe Hezer diyar kirin ku heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyeke mayinde têkoşiyaye û gotin: “Tenê xeyala wê aştî û Kurdistaneke azad bû.”    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kumrî Oner (64) a li navçeya Hezex a Şirnexê dijiya, di 25’ê cotmehê de li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Oner, emrê xwe di nav têkoşîneke têr û tije de derbas kir. Oner, hem li bajar hem jî li bajarên din ên Kurdistanê hema hema di hemû çalakiyên bi daxwaza aştiyê de cih girt. Bi kiras û fistanên xwe yên koçerî û bi laçika xwe ya spî di refên herî pêş de cih digirt. Weke gelek dayikên kurd, dayika Kumriyê jî di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de keça xwe winda kir. Keça Oner, Nêrgiz Oner (Zerrîn Berîtan) di sala 2015'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku keça wê jiyana xwe ji dest dide, Oner ji bo ku dayik êdî negirîn û aştiyeke mayinde pêk were bi awayeke çalak di nav tekoşîna aştiyê de tedikoşe. Oner, di Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER) û di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt û heta dawiya emrê xwe jî têkoşiya.    Hevjînê Kumrî Onerê Mehmet Oner û hevala wê ya têkoşînê Dayika Aştiyê Ayşe Hezer jiyan û têkoşîna wê vegotin.    'JI ALIYÊ HERKESÎ VE DIHAT HEZKIRIN'   Mehmet Oner diyar kir ku hevjîna wî pir êş kişandine û ji bo ku aştî çêbibe tekoşîneke mezin daye. Oner, wiha domand: “Me herduyan jî tu car dilê hevdu neşkand. Jixwe jineke pir baş bû. Ji tu kesekî re gotineke xirab nedikir. Ji aliyê heval û cîranan xwe ve jî pir dihat hezkirin. Min qed nedîtiyê kesekî ji bo wê gotineke xirab kiribe.  Me pir êş kişand. Me xizanî û neçarî dît. Em koçer bûn.”   'JI BO AŞTIYÊ TÊKOŞIYA'   Oner, bi lêv kir ku emrê hevjîna wî di nav têkoşîna aştiyê de derbas bû û got ku yekane xeyala wê aştî û Kurdistaneke azad bû. Oner, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her çalakî û daxuyaniyan da daxwaza aştiyê dikir. Çi ji destê we dihat dikir. Wê tu carî gav paşve neavêt. Daxwaza wê aştî bû û ji bo wê jî heta dawiya emrê xwe têkoşiya. Piştî ku keça me li Kobanê jiyana xwe ji dest da jî ket nava xebatan. Daxwaza wê ev bû ku dawî li şer bê û aştiyeke bi rûmet pêk were. Digot; ‘bila edî hesirên çavên dayikan nerijin.’ Weke malbat em ê jî xwedî li têkoşîna wê derkevin. Daxwaza me jî ew ê ku aştiyek pêk were û ew xwîn edî bisekine.”   'HER TIM LI PÊŞ BÛ'   Hevala Oner, Dayika Aştiyê Ayşe Hezer jî bi lêv kir ku Oner di her çalakiyan de ji wan re pêşengtî dikir. Hezer, hevala xwe ya têkoşînê wiha vegot: “Di berxwedana Kobanê de em bi hev re çûn ser sînor. Bi rojan bi hev re li ser sînor bûn. Keça wê Nêrgiz di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Ewil li wir hat definkirin. Lê li ser daxwaza malbatê me cenaze ji sînor wergirt û anîn li Hezexê veşart. Piştî ku keça wê jiyana xwe ji dest da ew jî ket nava xebatan. Hem di MEBYA-DER û hem jî di nava Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt. Her tim di nava têkoşîna aştiyê de bû. Hemû çalakî û daxuyaniyan de li pêş bû.”   'XEYALA WÊ KURDISTANA AZAD BÛ'   Hezer, anî ziman ku her tim xeyala Oner Kurdistaneke azad bû ye. Hezer axaftina xwe wiha qedand: “Derdê wê Kurdistan bû. Dixwest ku Kurdistan azad bibe û her tim digot; ‘bila zarokên me li welatê xwe bi nasname û zimanê xwe azad bijîn.’ Ev xeyala wê bû. Xebatkareka kedkar a partiyê bû. Heta dawiya jiyana xwe jî ji bo aştiyê têkoşiya. Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku ev şer bi dawî bibe û gel bi azad bijî. Em ê xwedî li têkoşîna wê derbikevin û heta dawî bidomînin. Di nava hevalan de jî jineke pir jehatî bû. Tu car dilê kesî neşikand. Rûken bû. Hemû hevalan ew pir hez dikirin. Ji ber ku me ew winda kir pir xemgîn in. Em ê jî xwedî li têkoşîna wê derbikevin û heta dawiyê bidomînin. Daxwaza me ew ê ku deriyên zindanan vebibin ew şer bisekine û aştiyêke bi rûmet pêk were.”   MA/ Mahmût Altintaş