Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin 2024-10-29 09:30:15   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê gelek herêm weke “herêma ewlehiyê” îlan kirin û ji bo 15 rojan ketina wan qedexe kir.    Walîtiya Şirnexê gelek qadên li navenda bajêr, navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Elkê û Basayê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir û ketina wan qedexe kir.    Walîtiyê ragihand ku Çiyayên Gabar, Cûdî, Kato û herêmên Kela Memê, Textereş û Dulê di nav de gelek herêm ji 29’ê cotmehê heta 12’ê mijdarê “Weke Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” îlan kirin û ketina wan qedexe kir.