247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin 2024-10-29 10:05:14 ENQERE - DEM Partiyê ji 14'ê gulana 2023'yan ve 247 pêşniyazên qanûnî pêşkeşî meclisê kirine. Ji van pêşniyazan yek jê jî daxilî rojevê nehatine kirin û 673 pêşniyazên ji bo lêkolînê jî hatine redkirin.    Ji sala 2002'yan û vir ve ku AKP bûye desthilatdar, pêşniyazên qanûnî û pêşniyazên lêkolînê yên partiyên ku di Meclisê de komên wan hene bi awayekî sîstematîk tên redkirin. Tifaqa AKP-MHP'ê ya ku bi Pergala Serokatiyê hatiye avakirin jî heman rêbazê dimeşîne. Tifaqa AKP-MHP'ê ku di meclisê de piranî di destê wê de ye, 247 pêşniyazên qanûnî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 14'ê Gulana 2023'yan de ket Meclisê, 247 pêşniyazên wê yên qanûnî daxilî rojevê nehatine kirin û 673 pêşniyazên lêkolînê yên berpêşî Meclisê kirine hatine redkirin. Ev rewş di rapora xebatê ya di navbera 13'ê Hezîrana 2023'yan û 26'ê Îlona 2024'an a DEM Partiyê de xwe da der.    6 HEZAR Û 541 PÊŞNIYAZPIRS HATINE DAYÎN   Li gor rapora xebatê; di vê demê de 6 hezar û 541 pêşniyazpirs berpêşî Serokatiya Meclisê hatine kirin. Pêşniyazên têkildarî mijarên cuda hatine kirin, 80 jê bi daxwaza ku Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bibersivîne hatine kirin. Herî zêde jî pêşniyazpirs berpêşî Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî hatine kirin. Li gor raporê di vê demê de hezar û 839 pêşniyazpirs berpêşî Wezareta Dadê, hezar û 455 pêşniyazpirs jî berpêşî Wezareta Karên Navxweyî hatine kirin. Piraniya van pêşniyazpirsan nehatine bersivandin û yên hatine bersivandin jî bi pirsan û bi mewzûatê hatine bersivandin. Her wiha pêşniyazpirsên berpêşî wezaret û saziyên din hatine kirin jî nehatine bersivandin an jî li gor xalên di mewzûatê de hatine bersivandin.    PÊŞNIYAZÊN LÊKOLÎNÊ   Li gor raporê, DEM Partiyê 673 pêşniyazên lêkolînê berpêşî meclisê kirine. Ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê û ji bo lêkolînkirina mijarên di pêşniyazan de, pêşniyazpirên hatine kirin jî an bi dengên AKP-MHP'ê hatine redkirin an jî hê esas nehatine girtin.    DEM PARTIYÊ DI KÎJAN WARÎ DE DOZ ALÊKOLÎNÊ KIRIYE?   DEM Partiyê, di vê demê de ji bo çareserkirina komkujiyên jinana û tespîtkirina pirsgirêkên jinan 44, ji bo zarokan jî 29 pêşniyazpirs kirine. Partiyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tespîtkirina pirsgirêkên li girtîgehan û çareserkirina wan 81 pêşniyazpirs dane.    Di vê demê de 247 pêşniyazên ji bo guherandina qanûnan neketin rojeva Komîsyona Dadê ya Meclisê. DEM Partiyê di vê demê de ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan pêşniyaz dan. Di nava van pêşniyazana de lêkolînkirina Komkujiya Madimakê û ji bo Otêla Madimakê bibe muzeya şermê, ji bo Komkujiya Zîlanê, ji bo guherandina Qanûna 2911 a xwepêşandan û civînan, ji bo komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kirin wekî qirkirinê bên wesifandin û hwd. gelek pêşniyazpirs berpêşî meclisê kirin.    Her wiha di nava van pêşniyazan de guherandina "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê" de jî heye. Ji xeynî van pêşniyazan ya herî balê dikişîne jî pêşniyaza guherandina "cezayê heta hetayê" ye ku li Rêverê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.    MA / Mehmet Aslan