Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin 2024-10-29 11:14:21   ENQERE - Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn êrişên li ser Rojava wek “sûcê şer” pênase kir û got: “Êdî dema wê hatiye ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê kiriye li dadgehek navneteweyî bê darizandin.”    Tirkiyeyê di 23’yê cotmehê de li dijî bajar û gundên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêlek nû ya êrişan kir. Di van êrişan de heta niha zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûn e. Di êrişan de fabrîqe, rafîneyên petrolê, embarên genim, navendên tenduristiyê û perwerdehiyê, îstasyonên ceyran û gazê û her wiha şebekeyên telefonê hedef hatin girtin. Ev pêla êrişan bi hinceta çalakiya li dijî TUSAŞ’ê ya li Enqereyê pêk hatin 3u hê jî êriş didomin.    Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn êrişên Tirkiyeyê yên berdewam dikin nirxand.    Tirkiye her tim çalakiyên cuda dike hincet û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Tevî daxuyaniyên HSD’ê jî gelo sedema van êrişên tên kirin çi ye?    Li Tirkiyeyê demeke dirêj e krîz û kaos hene. Tirkiye di polîtîka navxweyî û derve de bi krîzên cidî re rû bi rû ye. Bi berdewamkirina şer ji gelek aliyan ve hewl dide kurdan tine bike. Her tim êrişî destkeftiyên li herêmê dike. Tirkiye hatiye asteke wisa ku ne di halekî de ye ku barê heyî hilgire. Hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de bi têkçûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê jî bi berdewamkirina şerê li dijî kurdan hewl dide tinekirina wan asteng bike. Lê şerê ku bi kurdan re dimeşîne wê Tirkiyeyê rizgar neke. Dewleta Tirk hem di qada siyasî de hem jî di êrişan de ber bi îmhayê ve diçe. Tirkiye ji statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî dixwaze kurdan tasfiye bike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li Rojava tune bike.   Dema em bi warê kurdan lê dinêrin; Kurd di pergala nû ya cîhanê û Rojhilata Navîn de li xaleke girîng cih digirin. Tirsa sereke ya Tirkiyê ev e. Dewlet bi zîhniyeta şer tevdigere, ji aliyekî ve xwe ber bi têkçûnê ve dikişîne, ji aliyê din ve jî pê dihese ku statuya kurdan ro bi ro bi dest dikeve. Tirkiye ji vê ditirse, ji statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî dixwaze kurdan tasfiye bike. Tirsa Tirkiyê ya herî mezin ew e ku kurd li cihê ku heq dikin de bin. Kurd bi hêza xwe û bedelên ku didin destkeftiyên xwe diparêzin. Têkoşîna kurdan armancên neo-Osmaniyê asteng dike. Êrişa li Enqereyê ji bo êrişî vir bike weke hincet nîşan dide. Lê her kes dizane ku sedema êrişên li ser Rojava bi êrişa Enqereyê ve ne girêdayî ye, dixwaze destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li vir tune bike. Her kes dizane ku ji Rojava êrişek li dijî Enqereyê pêk nehatiye û nayê.    Ji bo tinekirina van destkeftiyan hincetan derdixin. Divê ev rewş li ser bingehek rast bê nirxandin. Ji dema dagirkirina Efrîn û Girê Spî ve êriş nesekinîne. Di zîhniyeta wan de dagirkerî heye. Heke nikaribin cihê mayî ku dagir bikin vê carî jî dixwazin êrişan astengiyê çêbikin. Li dijî zarok û sivîlan êrişên bêsînor û bêexlaqî hene. Şer jî xwedî rêgezên exlaqî ye, lê li cem Tirkiyeyê ev yek nîne. Armanc ew e ku gelê me li cihên ku niha di bin êrişan de ye, hemû destkeftiyên xwe ji dest bidin. Di êrişên ku dewam dikin de embarên genim, îstasyonên av û ceyran ku pêdiviyên bingehîn ên gel in, hatin hedefgirtin. Naxwazin gelê me li xaka xwe aştiyê bibîne û azad bijî. Di êrişan de hemû qadên sivîlan dikin armanca xwe. Dixwazin bi van êrişan û hewldanan gelê koçber bikin.     Li aliyekî desthilatdariyek ku li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bertek nîşan dide heye li aliyê din jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman rengî êrişan pêk tîne. We jî got bi êrişan dixwazin gel koçber bikin. Hûn vê nêzîkatiya dualî çawa dinirxînin?   Ev bi rastî rêbazek şerê taybet e. Armanca van êrişan koçberkirina gelê me ye. Di vê pêvajoyê de hem zirarên madî hem jî manewî çêbûn. Tirkiye her roj ji bo zarokên li Xeze û Filistînê hatin qetilkirin rexneyan li Îsraîlê dike û bertek nîşan dide. Lê belê di êrişên sê rojên dawî de gelê me yê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet gelê Til Rifatê bû armanca êrişan. Xebatkarên saziyên me bûn hedef. Dixwazin gel bitirsînin û naxwazin gelê me li ser axa xwe nefesek azad bistîne. Di vî warî de me weke hêzên parastinê di her warî de bersiv da êrişan û em ê ji niha û pê ve jî van êrişan bê bersiv nehêlin. Di vî warî de baweriya me bi xwe û gelê xwe heye. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Tirkiye bi rêbazên şerê taybet êrişên didomîne, hemû rastiyên heyî berovajî dike. Vê yekê bi maskekirina rêbazên şerê taybet ku dimeşîne dike. Bi van êrişan maskeyên hêzên şerê taybet dimeşînin careke din ket.    Helwesta hêzên koalîsyonê ya li dijî êrişan çi ye?      Bêdengiya hêzên koalîsyonê rê li ber êrişên nû yên Tirkiyeyê vedike. Em, daxuyaniya wan jî di cih de nabînin.  Dewleta tirk her roj li Rojava sûcên şer dike. Divê sazî û dezgehên navneteweyî jî li dijî êrişên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Bêdengiya ji vî alî ve cisaretê dide Tirkiyeyê. Êdî dema wê hatiye ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê dike di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Divê êdî cezayê xwe bibîne. Tenê dema em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dinêrin, li tevahiya herêmên di bin dagirkeriyê de guherîna demografyayê heye. Her roj dizî tên kirin, girtin û îşkence hene. Dewleta tirk, li herêmên di bin dagirkeriyê de siyaseta komkujiyan, tunekirin û guherîna nasname û çandê dike. Bi sala ye em bi wan re (hêzên koalîsyonê) dixebitin. Divê ev biryara hevkariyê bidome. Lê belê bêdengiya wan a li hemberî dewleta tirk, rê li ber êrişan vedike. Ev Bêdengî di heman demê de rê li ber êrişên cuda jî vedike.    Hinek dewletan daxuyaniyên weke “Tirkiyeyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî” dan. Hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?    Tu tiştek nikare bibe hinceta êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em van daxuyaniyan rast nabînin. Li dijî çi mafê rewa ye? Tu eleqeya çalakiya hatiye kirin (TUSAŞ) bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîne.     Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişan daxuyanî û hişyariya “parastina rewa” kir...    Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tenê li herêma me nîne, bi sala ye li tevahiya cîhanê didome. Dê hêj jî bidome. Dê ev şer biencam nebû. Lewma jî li dijî şerê didome û êrişên dê di demên pêş de bên kirin em ê xwe biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê yekîneyên parastinê mezin bikin, tevî gelên xwe xaka xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Di nava 8-9 salên dawî de gelên me yên li Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê di bin êrişan de ne. Êrişên dewleta tirk di esasê xwe de li dijî destkeftiyên şoreşê tên kirin. Armanc dike ku felsefeya şoreşê, çanda wê û îradeya wê tune bike. Bêguman hêzên parastinê dê li dijî vê pêşengtiyeke rast bikin û destkeftî û xaka me biparêzin. Heke me heta niha amadekariyên xwe nekira, heke parastina gel tune bûya dê destkeftiyên me di demekî kin de bihatina bidawîkirin. Dê tu êriş nekarin me bitirsînin. Dê tu êriş nekarin me ji xaka me derxînin. Di vê wateyê de jî em ê ji vir û şûnde tevdîrên xwe bigirin. Em ê di dema xwe de bersivê bidin. Amadekariyên me ji her alî ve didomin.    Di serdemeke ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin de li Tirkiyeyê nîqaşên “pêvajoya nû” tên kirin. Dema hûn van nîqaşan û êrişan bi hev re dinirxînin, dikarin çi bibêjin?    Daxuyanî û nîqaşên tên kirin em jî li ser çapemeniyê dişopînin. Ji bo şîrove û rexneyan hêj zû ye. Gelê kurd, bi sala ye ji bo azadî û îradeya xwe têdikoşe. Ev têkoşîn, bi şer û bedelên giran hate domandin. Bêguman di serî de ya vê têkoşînê didomîne û diparêze jî fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo bi fikr û paradîgmaya xwe pêşengtiya şoreşê kir. Di vê mijarê de ne gelê me ne jî hêzên demokrasî û azadiyê nikarin xwe ji vê rastiyê dûr bixin. Destpêkirina pêvajoyeke wiha dê di rêya demokasî û aştiyê de ji bo her kesî bibe çareserî. Heke aştî û demokrasiyê bi rêya qanûnan bidomînin, bêguman gavên aştiyê ji bo hemû gelan dê binirx bin.    Dema ji bo aştiyê gav hatin avêtin; dê li tevahiya herêmê aramî çêbibe. Dixwaze bila dewleta tirk a bi krîz û xitîmînan re rû bi rû, dixwaze Îran an jî Iraq û Sûriye. Dê encamekî baştir derkeve holê. Gavên wiha, dê li tevahiya welatên cîhanê cisaret bide ku pirsgirêk bi rêya axaftinê bên çareserkirin. Ya ku dê Sûriyeyê rizgar bike jî ev e. Ya ku dê Sûriyeyê xelas bike jî dê qanûnên demokratîk bin. Avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi van gavan dibe.    Êrişên giran li ser gelê me hene. Lê belê israr û îdiaya me jî didome. Êrişên li ser herêma me û tevahiya Kurdistanê çi dibin bila bibin dê hêzên me gelên me û destkeftiyên me biparêzin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê biparêzin. Ne şerê taybet ne jî êriş nikarin me bitirsînin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran dan. Gelê me bi saya van bedelan li ser pêyan e. Van bedelan kirin ku dewleta tirk bitirse. Em hêvî dikin ku bedel û destkeftiyên me ji bo çareserî û aştiyê bibin zemînek.    MA / Firat Can Arslan