Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin 2024-10-29 11:25:27   ÇANAKKALE - Koma nijadperest ku li Çanakkaleyê êrişî daweta malbatek ji Agiriyê kiribû, lêborîna xwe xwest.    Li navçeya Çanê ya Çanakkaleyê komek nijadperest êrişî dawetek malbata ji Agiriyê kirib û û bi hinceta stranên kurdî li ferdên malbatê xistibûn. Di êrişê de ciwanek birîndar bûbû û hatibû şêlandin.    Ajansa me duh vê êrişa nijadperest kiribû rojev û ev nûçe belav bûbû. Piştî çêkirina nûçeyê koma nijadperest ji malbatê lêborînê xwest. Qeymeqamê Çanê Emre Nebîoglû û Serokê Şaredariya Çanê yê CHP’yî Harûn Arslan piştî belavbûna nûçeyê bi malbatê re hevdîtin pêk anîn û diyar kiribûn ku wê êrişkar lêborînê bixwazin. Piştre koma êrişkar û malbat hatin cem hev. Komê lêborîna xwest û bi malbatê re li hev hatin.    Di daxuyaniya lêborînê de wiha hat gotin: “Em li navçeya xwe tu cihêkariyê naxin navbera ol, ziman û netewan. Em ê bi mirovî bijîn. Em ji ber vê bûyera ku qewimî lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Em hêvîdarin ku wê ev zimanê aştiyê ji bo tevahiya welatê me pêk çêbibe û pêk were.”