350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da 2024-10-29 12:27:07   AGIRÎ - Li navçeya Avkevirê servîsa xwendekara li Abdûllah Aslan da. Ji ber ambûlans neşandin cihê ku 350 mîtro dûrî nexweşxaneyê, Aslan ji windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.    Abdûllah Aslan ê li navçeya Avkevir a Agiriyê dijiya, duh ji ber servîsa xwendekaran lê da bigiranî birîndar bû. Kesên li derdorê ji cihê ku 350 mîtroyan ji nexweşxaneyê dûr re daxwaza ambûlansê kirin. Lê bersiva “ambûlans nîne” hate dayîn. Abdûllah Aslan ê welatiyan bi derfetên xwe hewl dan bigihînin nexweşxaneyê di rê de ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.    SAKIK JI WEZARETÊ RE GOT: HÛN SÛCDAR IN    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Agiriyê Sirri Sakik, bûyera qewimî li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir. Sakik, wiha got: “Ji kerema xwe îxmal, pêkanîna dermirovî ya li navçeya Avkevir a Agiriyê îro bi mirinê encam girt temaşe bikin. Careke din nirxê jiyana mirovan bibînin. Abdûllah Aslan îro li cihekî ku tenê 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê qezaya trafîkê derbas dike. Saetekê tevî hemû hawar û hewldanan bi gotina ‘ambûlans nîne’ terkî mirinê tê kirin. Piştî saetekê welatî bi derfet ên xwe bi sedyeya ji nexweşxaneyê wergirtin birîndar dibin nexweşxaneyê. Lê birîndar Abdûllah Aslan ji windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dide. Çend roj in ji Wezareta Tenduristiyê re diqîrim û dibêjim li Agiriyê xizmeta tenduristiyê tune ye, têk çûye. Lê xwe nelivandin. Hûn sûcdar in.”   Hate diyarkirin ku ajokarê servîsê piştî bûyerê hatiye binçavkirin.