ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-30 09:02:19   ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN    * Tecrîda ku Abdullah Ocalan di 23’yê Cotmehê de bal kişand ser wê, 25 sal in berdewam dike. Ocalan di pirtûka xwe de pergala Îmraliyê wekî “pergala îşkenceyê” bi nav dike û dibêje ku ew li dijî vê têkoşîna heqîqetê dimeşîne.    *  Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku “mafê hêviyê” bi guhertina qanûnî pêkan e û got: “Divê ku ‘mafê hêviyê’ nebe mijara bazariyê.”    * Amadekariyên rêxistinên jinan ên ji bo 25'ê Mijdarê didomin. Endama AFK'ê Ferîde Eralp diyar kir ku wekî her sal ew ê dîsa li kolanan bin û parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen jî diyar kir ku yên ku welêt bi rê ve dibin ne xwedî îradeya xebitandina mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê ne.   * Parêzeran diyar kir ku girtina 19 kesên li Stenbolê îdiayek “îstîhbarî” kirine hincet  û ji ber sînordariya li ser dosyeyê heye di astek baş de parastinê nekirine.    * Rojnamevan Şervan Mehmûd diyar kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û wiha got: “Bingeha hemû hincetan pûç û vala ye. Li vir gelên ku jiyana hevpar avakirine hedef tên girtin.”   * Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku Cûdî, Gabar û Besta bi talankirina xwezayê ya di bin “ewlehiyê” de bê mirov tên hiştin, pêşkeşî şîrketan tên kirin û bertek nîşanî bêdengiyê da.    * Welatiyên Wanê têkildarî bandora polîtîkayên şer a li krîza aborî axivîn û diyar kirin ku heta budçeya şer ji bo aboriyê neyê veqetandin û xerckirin dê ev krîz bidome.    * Helbestvanê kurd Arjen Arî dê li ser gora xwe ya Goristana Yenîkoyê ya li Amedê were bibîranîn. (12.30)    * Şaxa ÎHD’a Mêrsînê dê têkildarî Hatîce Onaranê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (13.00)