Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin 2024-10-30 09:16:46     RIHA - Rojnamevan Şervan Mehmûd diyar kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û wiha got: “Bingeha hemû hincetan pûç û vala ye. Li vir gelên ku jiyana hevpar avakirine hedef tên girtin.”   Êrişên dewleta tirk di 23’yê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin didomin. Li gorî daxuyaniya Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê di êrişan de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn jî aşkere kir ku dewleta tirk bi balafirên şer û topan 685 caran êrişî herêmê kiriye. Kargeh, tesîsên neftê, avê û ceyranê bûn hedef.    Şervan Mehmûd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevantiyê dike, êrişên li dijî herêmê û rewşa wir a dawî nirxand. Şervan Mehmûd anî ziman ku dema êrişa dewleta tirk balkêş e û bi bîr xist ku sala par jî piştî çalakiyên ku di dema kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de hatin kirin herêm hatibû hedefgirtin. Mehmûd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Salekê ji bo rakirina tecrîdê li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin hate dayîn. Di encama vê berxwedanê de ferde malbata Rêber Ocalan Omer Ocalan hevdîtin kir. Tenê ev hevdîtin jî ji bo gelê kurd bû hêviyeke mezin. Em ji gotinên Rêber Ocalan dibînin ku hêj ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide. Tevî vê yekê dewleta tirk li dijî Rojava êrişên qirkirinê li dar dixe.”   ‘SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’    Şervan Mehmûd, diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji pirsgirêkên gel re dibe çareserî û diyar kir ku sedemê bingehîn a van êrişan jî ev yek e. Şervan Mehmûd da zanîn ku li cih û warên sivîlan qadên pêdiviyên bingehîn ên gel lê tên tedarîkkirin tên hedefgirtin û destnîşan kir ku bi êrişan sûcê şer tê kirin. Mehmûd di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Komkujiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 6 milyon kes li ser dijîn tê ferzkirin. Li pêş çavên hemû cîhanê şerek heye. Li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistîn û Lubnanê bertekek heye lê li dijî êrişên li ser vir bêdengiyek heye.”   ‘JIYANA HEVPAR HEDEF TÊ GIRTIN’    Mehmûd, bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, tirkmen, ermen û suryan bi hev re dijîn û wiha domand: “Ev êriş ne cara ewil e pêk tên. Ev gel beriya niha jî bi gelek êrişên wiha re rûbirû ma. Tirkiye bi êrişan dixwaze demografiye biguherîne û vê plana guherînê bidomîne. Tirkiye ji bo êrişan gelek hincet pêşkeş kirin. Lê derdikeve holê ku hemû derew in û bingeha wan pûç û vala ne. Li vir gelên ku jiyana hevpar ava dikin hedef tên girtin. Mesele li ofîsa petrolê ya li Sewedê hedef hate girtin 7 welatiyên ereb şehîd ketin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye ne tenê li dijî kurdan, di heman demê de li dijî hemû gelên ku xwedî li Şoreşa Rojava derketine di nava planeke qirkirinê de ye.”   BERXWEDANA GEL   Şervan Mehmûd anî ziman ku bi sed hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser piyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelan her tim karîn heman bersivê bidin van êrişan. Gelan careke din peyam dan ku tu carî nikarin ji dîrok, çand û welatê xwe werin veqetandin. Di nava şer de li Rêveberiya Xweser hilberîn jî perwerde jî berdewam dike. Dê ji niha û pê ve jî wiha berdewam bike. Bi sed hezaran kesên li dijî êrişan daketin kolanan dirûşmeyên “An berxwedan an berxwedan” berz dikirin.”   MA / Ceylan Şahînlî