Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin 2024-10-30 13:21:47   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di serdegirtina malan de 5 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Yûsûf Kaplan dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin hate binçavkirin. Polîsan di dema binçavkirinê de îşkence li Abdulkerîm Uzen kirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan di danê vê sibehê de, bi serdegirtina malan de Abdûlkerîm Uzen, Welat Karagoz, Rênas Dûymak û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi lêdanê binçav kirin. Welatiyê bi navê Yusuf Kaplan ku li bajarê Dîlokê di nexweşxaneyekî de dihat dermankirin jî hate binçavkirin. Hat hînbûn ku dê Kaplan jî bînin Şirnexê. Kesên hatin binçavkirin piştî nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Hat hînbûn ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Şirnexê daye destpêkirin de ye.   Bavê Abdûlkerîm Uzen, Orhan Uzen ê di serdegirtina malan de rastî lêdanê hat, diyar kir ku polîsan çek dirêjî wan kiriye û anî ziman ku di dema binçavkirinê de hate derbkirin û wiha axivî: "Di vê sibêhê saet di 05.00'an de avêtin ser mala me. Dema me derî vekir êrîşî me kirin. Li kurê min pirsîn. Kurê min got, 'Hûn pirsa min dikin lê ji bavê min çi dixwazin' piştî ku kurê min wisa got 4 kesan êrişî wî kirin. Û bi qontaxa çekê li rûye wî dan. Leva wî teqiya û ket erdê. Piştî ku ket erdê wan xwe avetin ser û lêxistin. Me jî bertek nişan da. Ji ber wê êrişî me jî kirin. Li milê min dan. Hê jî milê min reş û şîn e. Gotin em ê bi pêlavan bikevin hûndir lê me nehişt."   'CILÊ WÎ QETANDIN Û BI TAZÎ BIRIN'   Uzen, ragihand ku di dema binçavkirinê de polîsan berê çekan dane wan û ev tişt gotin: "Ez û du zarokên min jî derb kirin. Em li êrdê dirêj kirin û êrişî me kirin. Cilên kurê min ê ku hat binçavkirin jî qetandin. Bi awayekî tazî ew birin nexweşxaneyê. Me cilê wî birin nexweşxanê lê nehiştin em cilan bidin wî. Bi 4 wesayitên zirxî mala me dorpêç kiribûn. Piştî berteka me hemûyan êrişî mala me kirin û berê çekan dan me."