AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da 2024-10-30 13:23:12 ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn der barê cezayê disiplînê ya li girtiyên ku bertek nîşanî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn, biryara “binpêkirinê” da.  Li Girtîgeha Jimara 3’yan a Tîpa T a Îzmîrê 54 girtiyan, ji bo dawî li êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Cotmeha 2019’an dabû destpêkirin bê anîn, daxwazname dabûn Wezareta Dadê. Îdareya girtîgehê ji ber vê daxwaznameyê der barê girtiyan de lêpirsîna disiplînê dabû destpêkirin û 11 roj cezayê hucreyê birîbû.    SERLÊDAN HATIN REDKIRIN    Girtiyan li dijî lêpirsîna disiplînê serî li Dadgeriya Înfazê ya Îzmîrê dabû lê belê dadgehê serlêdanê red kir. Girtiyan serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyaka da û ev serlêdan jî hat redkirin.    BIRYARA BINPÊKIRINÊ    Girtiyan bi hinceta ku azadiya derbirînê hatiye binpêkirin bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM’ê serlêdanan kir yek û biryar da ku azadiya derbirînê hatiye binpêkirin. AYM’ê her wiha hikûm da ku tezmînata manevî ji bo girtiyan bê dayîn.