Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin 2024-10-30 14:54:00   MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê xwest ku biryara derbarê rêvebera komeleya wan Hatîce Onaran girtî de bê sererastkirin û wiha got: “Em bang li rayagiştî dikin ku bikeve nava liv û tevgerê.”   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran (60) a ji sedî 79 astengdar e, bi hinceta pere ji girtiyan re şandiye di encama doza derbarê wê de hatiye vekirin 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî ku ev ceza hate pejirandin Onaran hate girtin. Şaxa ÎHD’a Mêrsînê têkildarî Onaranê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Zextên li ser parazvanên mirovan bi dawî bikin. Hatîce Onaran ne bi tenê ye” hate vekirin. Sekreterê Şaxa Komeleyê Bekîr Sitki Keçecî yê li vir axivî, diyar kir ku razandina pereyan a ji girtiyan re di çarçoveya “Rêziknameya têkildarî bikaranîna pereyên şexsî yên girtî û hikumxwaran ên li emanete" de tê kirin. Keçecî, îşaret bi kontrola bi rêya personelê cemaweriyê yê girtîgehan tê pêkanîn kir.   ‘REWŞA ASTENGIYÊ GEFÊ LI JIYANA WÎ DIXWE’    Keçecî, anî ziman ku tu bingeheke hiqûqî ya biryara girtinê nîne û da zanîn ku Onaran weke girtiyeke nexweş û astengdar ketiye girtîgehê û ev yek jî dê gefê li mafê wê yê jiyanê bike.    ‘EM BANG LI RAYA GIŞTÎ DIKIN KU BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ’    Keçecî, bang li Wezareta Dadê û peywîrdarên cemaweriyê kir ku vê bihiqûqiyê sererast bikin û wiha got: “Ne tenê sererastkirina xetayeke hesan, rewşeke ku ji aliyê exlaqê ve jî nikare were qebûlkirin. Divê hemû mirovên bawerî bi serdestiya hiqûqê tînin û li edaletê digerin li dijî vê biryarê derkevin û bertek nîşan bidin. Divê hemû baro, yekitiya baroyan, sazî û kesên li demokrasî û edaletê digerin û saziya siyasetê li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Em hemû rayagiştî, medyayê û kesên eleqedar vedixwînin ku dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê.”