ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-31 09:00:03   * Rojnamevan Dîcle Ehmed a ku Berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand, diyar kir ku Kobanê ji bo DAIŞ'a hovane û ji cîhanê re gefek bû, bû destpêka dawiya wê û wiha got: “Gefên li dijî Kobanê bi dawî nebûn. Gelên cîhanê deyndarê berxwedana Kobanê ne. Divê vî deynê xwe bidin.”   * Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîqaşên koalîsyonê ku hatine destpêkirin dewam dikin û anî ziman ku  li gorî encamên fermî ti partî bi tena serê xwe nikare bibe hikûmet û got: "Niha alternatîfa ku xuya dike koalîsyona bi YNK'ê re ye."    * Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê nayên qebûlkirin û got ku divê aştiyeke birûmet a ji bo her kesî, pêk were.   * Amediyan diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û gotin ku heta gavên berbiçav neyên avêtin, ew ê daxuyaniyên tên dayîn wekî yên jidil û qanehker nebînin.   * Akademîsyen Kamûran Berwarî got ku ger hikûmeta Iraqê gilî bike, dibe ku ketina Tirkiyeyê ya nav qada hewayî ya Iraqê were qedexekirin.   * Ji ber ku berhemên fabrîqeyan behtir tên tercîhkirin, berhemên ku bi destan tên çêkirin bêqîmet dimînin. Pîşeya necarî ku berê rastî eleqeyeke mezin dihat êdî eleqeya ji bo wê kêm bûye û bi tunebûnê re rû bi rû maye.    * Geşedanên têkildarî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bên şopadin.    * Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” dê li Rihayê bê lidarxistin. (09.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşdanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna doza 6 rojnamegerên ji ber piştevaniya bi xebatkarên Çapemeniya Azad re tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Anadoluyê bê lidarxistin. (12.00)   * Rêxistinên hiqûqê dê ji bo endamê OHD’ê Bedirhan Sarsilmaz ku hatibû girtin li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.30)   * Şaxa ÎHD’a Colemêrgê ji bo berdana girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû dê li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniyê bide. (17.30)