Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin 2024-10-31 09:01:46 AMED - Amediyan diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û gotin ku heta gavên berbiçav neyên avêtin, ew ê daxuyaniyên tên dayîn wekî yên jidil û qanehker nebînin. Gengeşeyên der barê meseleya kurd de ku piştî di 2'yê Cotmehê vekirina Meclisê de Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî Devlet Bahçelî bi destê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) girt û merheba kir dest pê kirin, didomin. Şirîkê desthilatê Bahçelî di civîna komê ya 22’yê Cotmehê de bi awayekî fermî tecrîda li Îmraliyê qebûl kir û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got: "Tecrîd didome. Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bibim."   Lê Bahçelî di daxuyaniya xwe ya duh na pêr de got "meseleya kurd tune ye" û di ser "têkoşîna li dijî terorê" de gef xwarin. Me gengeşeyên di warê "meseleya kurd" de ji Amediyan pirsî.    'RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNIN'   Vûral Gozupek gotinên Devlet Bahçelî wekî “guhertina rojevê” nirxandin û diyar kir ku siyasetmedar civakê wekî “bêaqil û cahil” dibînin û wiha got: “Cihê çareseriyê Meclis e. Lê ev, ne ew tiştk e ku bi van kesên li Meclisê re çêbibe. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî ye. Ger ev pirsgirêk bi Abdullah Ocalan re çareser bibe çima disekinin? Ez Bahçelî jidil nabînim. Pêdivî ye ku ew binê tişta ku dibêje tije bike û bingeha wê amade bike. Rojevê berovajî dikin û raya giştî dixapînin.”   'PIRSGIRÊK BI MUXATABAN RE ÇARESER DIBE'   Mûstafa Çalişkan anî ziman ku divê gavên jidil bên avêtin û got: “Amed bajarê me ye, em jî wekî her kesî dixwazin aştî û aramî serwer bibe. Bila jidil bin, ji ber ku ev pirsgirêk bi muxataban re çareser dibe. Divê ev pêvajoya ku nebe weke ya di sala 2013’an de dest pê kir."   Ahmet Yildirim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaret bi meclisê kir û got: “Ez qet ji gotinên Bahçelî bawer nakim. Pirsgirêka kurd li Meclisê tê çareserkirin. Hemû alî dê li hev kom bibin û pirsgirêkan çareser bikin."   'DIVÊ EM NEXAPIN'   Ji welatiyan Mehdî Suzer zextên li ser kurdan û çanda wan bi bîr xist û wiha got: “Ciwanên me yên ku govendê digerînin diavêjin zindanan. Ez ji Bahçelî dipirsim, te binê daxuyaniyên xwe tije kir? Te çi kiriye? Hîn jî kesên ku bi hinceta ku ew kurd in tên darizandin û girtin hene. Piraniya sîyasetmedarên kurd an di zindanê de ne an jî li sirgûnê ne. Gelek girtî tevî tenduristiya wan nebaş e jî li girtîgehan tên girtin. Loma jî ez jidil nabînim. Tirkiye welatê me hemûyan e, ez hem ji Enqereyê hem jî ji Amedê hez dikim. Ev 40 sal in Abdullah Ocalan vê yekê tîne zimên. Divê em neyên xapandin."   'POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE'   Yek ji mexdûrên 12’ê Îlonê Cahît jî wiha got: “Osmaniyan heta niha çi daye me? Herî dawî ev jî polîtîkaya lîstik û îmhayê ye. Em her tim hatin xapandin, êdî dema hişyarbûnê ye. Ez yek ji mexdûrên 12'ê Îlonê me. Ma nasnameya kurdî qebûl dikin? Na, ew nakin. Wekî kurd pêwîst e em bibin yek, pêwîst e em ji hev hez bikin."   Welatiyekî din ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin diyar kir ku ew Bahçelî jidil nabîne û wiha got: “Li vê dinyayê mafê her kesî heye ku bijî. Ne hedê kesî ye ku kesekî din biçûk bike. Divê ev pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin. Ên li ser kî bin divê ew çareser bikin, ne em. Tim pûç xeber didin, ne jidil in."