1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide 2024-10-31 09:03:08 RIHA - Rojnamevan Dîcle Ehmed a Berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand, diyar kir ku Kobanê ji bo DAIŞ a ji cîhanê re gefek bû, bû destpêka dawiya wê û wiha got: “Gefên li dijî Kobanê bi dawî nebûn. Gelên cîhanê deyndarê berxwedana Kobanê ne. Divê vî deynê xwe bidin.” Bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku salvegera 10’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di bin êrişan de pîroz bike. Kobanê ya ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê re mîrateyeke mezin a berxwedanê ji tevahiya cîhanê re hişt, ji bo DAIŞ’ê bû destpêka dawiya wê. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelê kurd li Cizîr, Efrîn û Kobanê xweserî îlan kir. Bi êrişên li dijî bajarê Kobanê ku yek ji bajarên ku Şoreşa Rojava lê kete meriyetê di 15’ê îlona 2014’an de hatin destpêkirin re hate xwestin ku şoreşê bifetisînin. Kobanê ya ku bi hezaran jin û ciwan lê şehîd ketin, tev derfetên kêm jî teslîmî tarîtiyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de DAIŞ’a ku tirs belavî hemû cîhanê kir hate têkbirin û bajêr di 26’ê çileya 2015’an de ji DAIŞ’ê bi temamî hate paqijkirin.    Di roja duyemîn a berxwedanê de 12 şervanan li gundê Serzûrî yê bi qasî 35 kîlometreyan li rojhilatê bajêr e, rêya serketinê danîn. Piştî ku li gelemperiyê cîhanê ji berxwedanê re bû bersiv 1’ê Mijdarê “Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê” hate îlankirin. Rojnamevana ji Kobanê Dîcle Ehmed ku berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand û bû şahidê qehremaniya 12 şervanên li Serzûrî ku encama berxwedanê diyar kirin, nirxandin kirin.    Dîcle Ehmed diyar kir ku gotin têra bahsa wan rojên berxwedanê nake û wiha got: “Em bûn şahidên wan rojan. Berî şerê 15’ê îlonê DAÎŞ’ê derdora Kobanê dorpêç kiribû û her roj êrîş dikir. Di van êrîşan da gelek berxwedanî ji aliyê YPG’ê û YPJ’ê ve derdiketin pêş. Şerê gelê şoreşgerî wê demê dest pê kir. Kobanê di dorpêçê de bi derfetên kêm berxwedaneke mezin dikir.”   XWESTIN QIRQIRINA KURDAN JI KOBANÊ BIDIN DEST PÊ KIRIN   Dîcle Ehmed, anî ziman ku şerê 15’ê îlonê ne ji rêzê bû amadekariyeke mezin dixwest û wiha berdewam kir: “Gelek êriş hebûn lê hatibûn şikandin. Destê gelek dewletên navnetewî di nav şerê 15’ê îlonê de hebûn di serîde jî yê dewleta dagirker a tirk. Dixwastin gelê kurd di qirkirinekê re derbas bikin. Kobanê ji bo hemû gelê kurd xwedî cihekî taybet bû. Cihê Kobanê cuda ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir. Rêbertî cara yekem li ser Kobanê derbasî Suriyeyê bû. Li Kobanê gelek kes tev li tevgera PKK’ê bûn. Di dile her Kurdistaniyekî de cudahiyeke Kobanê heye. Dixwastin Kobanê dagir bikin û peyamekê bidin kurdan. Ji bo vê yekê Kobanê hat hilbijartin. Xwastin qirqirina kurdan ji Kobanê bidin destpêkirin. Digotin 'Kobanê biçûk e em ê zû bi dest bixin.'”   ‘DAÎŞ’Ê BI DESTÊ DEWLETÊN HEGEMON GELEK BAJAR BI DEST XISTIN’    Dîcle Ehmed bi bîr xist ku beriya 15’ê îlonê DAÎŞ’ê bi destê dewletên hegemon gelek bajar bi dest xistin û ev tişt got: “Mûsil di rojêkê de ket. DAÎŞ’ê bi çekên gelek pêşketî berê xwe da Kobanê. Çeteyên ji derve hatin bi ser Tirkiye re destên xwe hejandin û hatin ber Kobanê. Ji gelek dewletan çete bi destê dewleta tirk hatin Kobanê. Kobanê ji çar alîyan ve hatibû dorpêçkirin. Êrişan di 15’ê îlonê de dest pê kirin. Êriş pir giran bûn. Ji hemû aliyê Kobanê ve êriş çêbûn. Tirkiyeyê sînorê xwe ji bo DAÎŞ’ê vekirî bû. Di destên şervanên YPG’ê û YPJ’ê de tenê çêka keleşê hebû. Doçkayeke xirabûyî hebû û ew diçû hemû çeperên şer. Derfet pir kêm bûn. Di destên DAÎŞ’ê de çekên giran hebûn. Ji Mûsilê tank û top anîbûn. Berxwedan di gelek qonaxan da derbas bû. DAIŞ’ê digot em ê nimêja eydê li Kobanê bikin.    PLANA DAÎŞ’Ê HATE TÊKBIRIN   Plana DAÎŞ’ê hate têkbirin. Plana wan a li Dibistana Serzûrî hate têkbirin. Di 16’ê mehê de piştî êrîşa du rojan koma di pêşengtîya fermandar Peyman û Rodî de li wê dibistanê nebûya wê rewş cuda bûya. Li wir xeta fedayîtiyê dest pê kir. Xeta Apo’yî ye. 12 hevalan gotin em nahêlin Kobanê were dagirkirin û çalakiyên fedayî kirin. DAÎŞ li wir şikest. Dibistana Serzûrî encama şer diyar kir. Xewn û xeyalên DAÎŞ’ê li Serzûrî dawî bûn. Piştî vê çalakiya fedayî li hemû eniyên şer ruhê fedayî derket pêş. Fermandar Zozan, Heval Êriş xwedî biryar berxwedan. Şehît Revan, Arîn çaleki ye fedayî kirin. Berî DAÎŞ bikeve Kobanê hat şikestin.”   ‘ÇAR KESÊN WEKÎ MIN JÎ HEBIN DAÎŞ NIKARE BIKEVE KOBANÊ’    Dîcle Ehmedê axaftina xwe wiha domand: “Berî ku şer bikeve Kobanê ez çûm çeperê kî şer li milê Rojava ye Kobanê. Li wir kalek hebû. Temene wî pir mezin bû û xuya bû westiya ye. Min jê re got 'tu ne westiyayî?' Wî got 'Keça min çar kesên wekî min jî hebin DAÎŞ nikare bikeve Kobanê. Ez qebûl nakim DAÎŞ bikeve Kobanê. Ev warê bav û kalê me ye' Vî kalî moral da min. Min dixwest nûçeya wî kalî binivîsim. Heta ez gihiştim Kobanê di navberê de saetek derbas ne bûbû ew kal şehîd ket. Rastî jî DAÎŞ li wî gundî pêş neket. Hê şer ne gihiştibû Kobanê rojên destpêkê em bi şehîd Ebû Leyla re axivîn. Dema em axivîn got 'Bila tu kes xwe li Kobanê ne ceribîne. Em ê Kobanê bikin goristana DAÎŞ û hevalbendên wê. Bila tu kes ne bêje wê Kobanê bikeve.' Bi van gotina hê şer ne gihişte Kobanê em ser ketibûn. Rihê gelê şoreşgerî û fedayî hebû. Bi dehan kesên wekî Apê Nemir hebûn. Gelek kesên bi bangawazîya Rêber Apo a ji bo Kobanê berê xwe dan Kobanê hebûn. Heya dawiyê li ber xwe dan. Temenê wan mezin bûn, biçûk bûn lê xwedî bawerî bûn.”    ‘TIRKIYEYÊ JI BO TOLA DAÎŞ’Ê HILDE DEST BI ÊRIŞAN KIR’    Dîcle Ehmed, diyar kir ku ji 15’ê îlonê heta 1’ê Mijdarê berxwedaneke mezin derket pêş. Roja 1’ê Mijdarê bi hêsanî ne hat diyarkirin. Bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedaneke mezin ev roj hat ragihandin. Zêdetirî 99 dewletan ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Li Kobanê terora cîhanê hat têk birin. Lê mixabin piştî DAÎŞ hat têkbirin Tirkiyeyê ev yek qebûl nekir. Ji bo tola DAÎŞ’ê hilde dest bi êrişan kir. Gelek cih dagir kirin. Efrîn, Girê Spî, Serêkanî hat dagirkirin. Rojane êrîş hene lê cîhan bêdengê. Balafirên bê mirov komkujiyan dikin. Çima cîhan bêdeng e. Bila tu kes bêdeng nemîne. Hê gef li ser me hene. Taybet Kobanê li ser piyan e. Gel li cem Rêveberîya Xweser e. Li her derê berxwedan heye.”   ‘DIVÊ HERKES DENGÊ XWE DERXÎNE’   Dîcle Ehmed, destnîşan kir ku destkeftiyên gel hedef tên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye dixwaze gel birçî bihêle. Çima cihan bê dengê. Gefên tirkî her roj zêde dibin. Cîhan divê deynê xwe bide. Çawa 10 sal berê li hemberî êrişên DAÎŞ’ê rabûn ser piyan, divê niha jî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê rabin ser piyan. Êrîş berdewam dikin. Pêwîste herkes ji bo Kobanê deng derbixe. Cîhan deyndarê berxwedana Kobanê yê. Tirkiye her roj kesên DAÎŞ tunekirine qetil dike. Jina rêxistinkirî tê hedef girtin. Pêşengên tevgera parastine tên hedefgirtin. Li Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêka Netewa Dêmokratîk e. Pêwîste hemû kes deynê xwe bide. Divê em misogerîya Roja Kobanê bikin. Îro zarok tên qetilkirin. Divê saziyên hiqûqnasan bêdeng nemînin. Gel bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Nexweşxanê tên hedefgirtin. Xeterî berdewam dike. Pêwîste cîhan deynê xwe li ber vî gelî bide. Wekî rojnamegerekê ez beriya 10 salan bûm şahîdê berxwedana Kobanê û îro jî dibin şahide berxwedanê. Em xwedî soza xwe ne. Em ê bibin dengê rastiyê. Gelek rojnameger şehîd ketin. Em wan hevalên xwe bi bîr dixin. Soza me dayî wan em ê bi cih bînin. Banga min ji hemû perçeyê Kurdistan re ye. Li hemberî dagirkirî ya Tirk rabin ser piyan. Ne têne gelê kurd hemû gelê Rojavayê Kurdistanê tê qetilkirin.”