Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin 2024-10-31 09:26:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kir.    Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ji peywîrê girt û qeyûm tayînî şûna wî kir. Di daxuyaniya Wezaretê de îşaret bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Ozer de kir û hate diyarkirin ku Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm tayînî şûna Ozer hatiye kirin.