Doz li protestoya qeyûm hat vekirin 2025-02-21 09:01:38 EDENE - Der barê 3 kesên ku di çalakiya qeyûm a li Edeneyê de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabûn, bi îdiaya "astengkirina peywirê" doz hat vekirin. Der barê 3 kesên ku di 4’ê Mijdara 2024’an de li Edeneyê li dijî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li Edeneyê doz hatibû vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna der barê Mehmet Kîran, Aydin Yîgît û Gurcan Turşakê de bi îdiaya "astengkirina peywirê" temam kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 12'an a Edeneyê îdianameyê qebûl kir. Yekemîn danişîna 3 kesên ku bêyî girtî tên darizandin dê di 18'ê Îlonê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de, hat derpêşkirin ku polîsên bi navê O.Y. û T.S. hatine derbkirin. Di rapora polîsan de hat îdiakirin ku Kîran, Yîgît û Turşak bi destên xwe li polîsan xistine û ew dehf dane. Di îdianameyê de hat îddîakirin ku Kîran, Yîgît û Turşak "bi awayekî yekgirtî tevgeriyane  û li polîsan xistine û nehiştine polîs peywira xwe bikin."    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonû li dijî tayînkirina qeyûmên li şaredariyên DEM Partiyê di 4’ê Mijdarê de daxuyaniyek da. Polîsan xwest ku li parka ku dorpêç kiribûn daxuyaniyê asteng bikin. Di navbera polîs û girseyê de rageşî çêbû. Polîsan bi gaza îsotan êrişî girseyê kir. Kesê bi navê Gurcan Turşak hat derbkirin û binçavkirin. Kesên ku der barê wan de doz hatin vekirin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.   MA / Hamdullah Yagiz Kesen