Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin 2025-06-19 10:50:21   ENQERE - Can Oguzsoy ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, da zanîn ku bi hinceta “hevdîtina bi parêzer re” birine cihê hevdîtinê û li wir gef lê hatine xwarin. Oguzsoy, got ku ji ber serlêdana sûc ew şandine girtîgeheke din û li wir jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.    Binpêkirinên li girtîgehan didomin. Yek ji girtîgehên herî zêde binpêkirinên mafan lê tên kirin jî Girtîgeha Tîpa S a Bodrum a Muglayê ye. Mehmet Can Oguzsoy ku 9 salan di girtîgehê de hate ragirtin, ji ber binpêkirinan li Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê serlêdana sûc kir. Oguzsoy, diyar kir ku di bin navê “hevdîtina bi parêzer re” ew birine cihê hevdîtinê, li vir 2 kesên cilên sivîl li xwe kirin gef li wî xwarine. Oguzsoy, di serlêdana sûc de anî ziman ku li ser malbat û zarokên wî zext lê hatiye kirin û kesên behsa xeberê ji ewil xwe weke parêzerên girêdayî Baroya Muglayê dane naskirin. Oguzsoy, diyar kir ku her 2 kesan piştre xwe weke endamên yekîneyeke taybet a girêdayî Fermandariya Giştî nîşan dane û gotine ku ew di çarçoveya agahdariya Fermandariya Cendirmeyan a Gîresûnê û dozgeriyê de hatine girtîgehê. Oguzsoy, têkildarî bûyerê di 24’ê Nîsanê de gilî kir.    Di serlêdana sûc de hate destnîşankirin ku dema nasnameyên kesên xwe weke parêzer dane naskirin jê pirsîn, bersivên cuda hatine dayin. Oguzsoy, bi lêv kir ku ji ber ku bertek nîşanî gefan daye rageşî derketiye, piştre ji hêla memûran ve hatiye derbkirin. Oguzsoy, bi lêv kir ku di dema êrişê de ji hêla nêzî 20 memûran ve hatiye îşkencekirin, berçavka wî hatiye şikandin û zext li ser ser, pişt û destên wî hatiye kirin.    PARÊZER: GILÎ KIR LEWMA ŞANDIN GIRTÎGEHEKE DIN    Parêzera Oguzsoy,  Bêrîvan Bekçî da zanîn ku piştî miwekîlê wî giliyê memûrên ew derb kiribûn kirî, bêyî daxwaza wî sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Çorluyê hatiye kirin. Bêrîvan Bekçî, got ku miwekîlê wê li vir jî rastî lêgerîna tazî hatiye. Bêrîvan Bekçî, got ku sepanên derhiqûqî û binpêkirinên mafan ên li girtgîgehan êdî sîstematîk bûne.    Vasîsa Oguzsoy, Norşîn Oguzsoy jî got ku ev tiştên di serdemeke wiha hesas de tên kirin, bi inyeteke xerab in û got: “Rast nîne ku di pêvajoyeke wiha de ev tişt diqewimin. Ev dê zirarê bidin pêvajoyê. Piştî vê bûyerê me bihîst ku li Tekîrdagê parêzer jî rastî miameleya xerab hatine. Hevdîtina me ya telefonê qut kirin. Me hefteyê 10 deqeyan hevdîtin dikir lê niha ew jî tune ye. Divê ev tavilê bi dawî bibin.”    MA / Melîk Varol