Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin 2025-12-19 20:10:21   AMED - Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk îro li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat girtin.   Polîsan îro danê sibehê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Pîr (PÎRHA) Cîhan Berk a li Dêrsimê de girtin û hat binçavkirin. Rojnameger Berk piştî lêgerîna li malê birine Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê. Rojnameger Berk li midûriyeta polîsan îfade neda û sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Nobetdar hat kirin. Dadgerî jî bi hinceta “endamê rêxistinêye” biryara girtînê da. Piştî biryarê rojnameger Berk şandin Girtîgeha Xarpetê.