Erdogmuş ê HDP'î: Tirkiye dê sê qat zerar bike 2017-09-30 10:44:10   AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amede Nîmettullah Erdogmuş, der barê êrîşên li dijî Herêma Kurdistana Federe û heqaretên li gelê kurd tên kirin axivî. Erdogmuş, destnîşan kir ku li hemberî mudaxaleya dagirker bêdeng namînin û wiha got: "Em li dijî dagirkirinê bê helwest namînin. Ger ku Herêma Kurdan yek qezenç dike, Tirkiye 3 qat qezenç dike. Ger ku Tirkiye ambargo dîne dê 3 qat winda bike."    Di 25'ê Îlonê de li Herêma Kurdistana Federe referandum pêk hat. Niqaşên li ser referandumê û piştî referandumê êrîşên li ser gelê kurd didomin. Li hemberî van êrîşan her çend ji rayedarên PDK'ê deng dernekeve jî partiyên kurdan ên din nerazîbûna xwe tînin ziman.  Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, anî ziman êdî peymana Sykes-Picot ku bi armanca axa Kurdistanê perçe bike dema wê boriye û vê peymanê tu aramî neanîye herêma Rojhilata Navîn. Erdogmuş, bal kişand têkiliyên aboriyê jî û destnîşan kir ku ger Tirkiye ambargo dîne ser herêmê dê 3 qat zerar bike.    Erdogmuş bilêv kir ku ev vinek e hatiye diyar kirin û xwest her kes hurmetê nîşanî vê vînê bide û wiha got: "Nerîna HDP'ê ya li hemberî referandumê ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkmen, fîlîstîn, ereb û kesên din jî heman tişt e. Wekî gavek demokratîk digiri dest. Ji ber ku vîna gel di vir de heye û gavek demokratîk e HDP qîmetê dide vê yekê. Baroya Amedê çû li herêmê referandum şopand. Li gorî çavdêriyên wan jî referandum bi awayekî herî demokratîk pêş ketiye. Bi taybetî li herêma Turkmenan bi demokratîk pêş ketiye. Her kes encama vê referandumê qebûl dike. Çavê hemû cîhanê li ser vê referandumê bû. Ji ber vê yekê şik û lîstik di vê referandumê de çênebûn."    'ÇI BÛ KU KURDÊN HETA NIHA MUTEFÎK BÛN BÛN DIJMIN?'    Erdogmuş, anî ziman ku heta niha kurdên Herêma Kurdistana Federe mutefîkê Tirkiye yê herî mezin bûn, lê piştî referandumê wekî dijmin ilan kir û wiha got: "Çi bû kurdên ku mutefîkê herî mezin ên Tirkiye bûn, piştî referandûmêbûn dijmin? Ma referandum ne mafekî demokratik e? Mudaxaleyî axa tu kesî nekiriye. Dest dirêjî serdestiya tu kesî nekiriye. Dîsa bi Tirkiye re di têkiliyên baş de israr dike. Divê gelê Tirkiye û cîhanê hurmetê nîşanî vê yekê bide."    SYKES-PÎCOT ARAMÎ NEANÎ   Ekrogmuş, bal kişand ser peymana Sykes-Picot  û wihagot: "Vê peymanê 100 salin tu aramî neanîye. Sînorê axa kurdan perçe kiriye û statuya wan ji destê wan girtiye. Heta niha vê peymanê aramî û demokrasî neanîye Herêma Rojhilata Navîn. Neha niha heqîqetek hatiye înkarkirin heye. Ev ne tiştên nû ne. Ne pêkan e rê li pêş vê heqîqetê bê girtin. Divê ev heqîqet rast bê naskirin û navê wê rast lê bê kirin.  Mixabin şer mejiyê mirovan kîlît kiriye. Divê ev felaketa şer bê dîtin. Şer tu carî aramiyê nîne. Divê her kes wek hev bi maf û nasnameya xwe li ser axa xwe bijî. Ez niha îhtîmal nadim ku şerek pek bê. Ger ku şer pêk bê dê encama wî pir xerab be. Ji ber ku şer tenê aliyekî wî tune ye. Hemû pergal bi hev ve girêdayi ne û bandorê li ser hev dikin."    HETA NIHA KÎJAN CIVAK JI BIRÇÎNA MIRIYE   Erdogmuş, helwesta Serokê AKP'ê Erdogan jî rexne kir û wiha got: "Dibêje 'Em dê we pirçî û tazî bihêlin'. Heta niha di cîhanê de kijan nijad û civak ji birçî û tazî miriye. Hîn dibêjin em dê derî bigirin û we tazî û birçî bihêlin. Hûn dibêjin em dê kariyê ji ser we qut bikin. Niha li cîhanê çekên ku hemû gerstêrkê tune bike tên avakirin. Çekên ku cîhanê hilweşîne tên avakirin. Hûn çi bikin jî hûn nikarin vîna mirov tune bikin. Hûn nkarin fikra mirovan tune bikin.    Ger ku îro dagirkirinek pêk bê berî her tiştî em dê li dijî dagirkirinê helwesta xwe nîşan bidin. Ger ku li dijî kurdan hewldanek dagirkeriyê pêk bê, HDP dê helwesta xwe nîşan bide. Tirkiye îro bi girtina deriyê sînor herêmê tehdît dike. Girtina deriyê xabûrê dê bêtir zerarê bide Tirkiye. Girtina derî û ambargoya aborî ne pêkan e. Ger ku Herêma Kurdan yek qezenç dike, Tirkiye 3 qat qezenç dike. Tirkiye ambargo dîne dê 3 qat winda bike."