AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye 2020-07-24 12:04:21   ENQERE – Parêzerên Parlamenterê HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari ji bo cezayê wan betal bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Yê AYM'ê bi hinceta “Bê erkiyê" serlêdan red kir.    Heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê cezayê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari hatiye birîn de, biryara "Bê erkiyê" da. Piştî parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullari hat xistin, dadgehê cezalê li wan birî bû erê kir. Parêzeran li dijî ceza serî li AYM'ê dabûn. Lê AYM'ê di 25'ê Hezîranê de serlêdana parêzeran red kir. AYM'ê biyara bi hincet aşkere kir û hinceta "Erka me tune ye" nîşan da. Heyeta AYM'ê der barê Guven û Musa Farisogullari de bi hinceta li gorî xala 84’an "bê erkiyê" serlêdan bi yek dengî red kir.