Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan' 2020-08-05 09:00:52   STENBOL- Nûnerên partiyên siyasî yên piştgiriya danezana “101 Porspî” ya ji bo tifaqa demokrasiyê kirin, diyar kirin ku pratîkeke li gor bangawaziyê divê û hin pêşniyar dan ber îmzevanan.    Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermend jî di nav de "101 Porspî" di 21'ê Tîrmehê de danezanek parve kirin û bi vê danezanê bal kişandin ser şert û mercên xirab ên welêt û di serî de ciwan bang li hemû civakê kirin ku li dor "tifaqeke demokrasiyê" kom bibin.    Nûnerên partiyên siyasş danezana navbirî nirxandin.    TÛTAL: DANEZAN REJÎMÊ TEŞHÎR KIR    Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê Sînan Tûtal, bal kişand ser girîngiya danezanê û bibîr xist ku ev danezan cara ewil li dijî darbeya 12'ê Îlon a 1980'yî bi "Daxwaznameya Rewşenbîran" dest pê kiriye. Tûtal, destnîşan kir ku daxwaznameya ku wê demê li dijî darbeya 12'ê Îlonê hatibû amadekirin jî deng vedabû û got, danezanên bi vî rengî, rejîmên çewsîner teşhîr dikin. Tûtal, anî ziman ku danezana "Porspiyan jî" rejîma AKP'ê ya totalîter teşhîr kiriye û got: "Gelek kesan îmzeya xwe daniye bin danezanê. Ev jî nîşan dide ku welatê me çi qas birçiyê demokrasiyê ye."    MIFTE HDP YE    Tûtal, diyar kir ku danezana navbirî hêrsa li dijî rêveberiya AKP'ê jî nîşan dide û got: "Ev bertek tenê ne ya mirovên naskirî ye. Loma divê tevahiay civakê xwedî lê derkeve." Tûtal, bal kişand ser bangawaziya "tifaqa demokrasiyê" ya di danezanê de jî û got: "Tifaqa demokrasiyê di hilbijartina herêmî de pêk hat. Şaredariyên bajarên mezin ji dest AKP'ê hatin derxistin û ketin destê CHP'ê. Ev mifteya tifaqa demokrasiyê bû. Ev yek bi têkoşîna HDP'Ê pêk hatibû. Ji niha û pê ve jî hîn bêtir pêdivî bi tifaqa demokrasiyê heye. Rewşenbîr û nivîskar diyar dikin ku divê ew tifaqa demokrasiyê ya di hilbijartina herêmî de pêk hatiye, hîn berfirehtir bibe."    ESP: DANEZAN, LÊGERÎNA LI DIJÎ BÊÇARETIYÊ YE    Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku danezana navbirî li dijî bêçaretiya welêt di nav de ye, "lêgerîn"ek e. Tumuklu, anî ziman ku hin hêlên danezanê hene ku divê bên nîqaşkirin û got: "Banga ji bo tifaqa demokrasiyê girîng e, lê dibû ku hîn berbiçavtir bûna. Muxatabê tifaqa demokrasiyê kî ye? Pir aşkere û zelal e; muxatab kurd in. Muxatab, têkoşîna jina ye ku tê xwestin bi betalkirina Peymana Stenbolê pêşeroja wan bê bêewlekirin. Muxatab, derdorên li Tirkiye û Kurdistanê li ealetê digerin. Muxatab, çîna karkeran a li dijî krîzên aborî têdikoşin. Muxatab ciwan in ku pêşeroja wan hatiye endiyarkirin. Loma ji bangên nediyar wêdetir bangên berbiçav girîng in."   Tumuklu, destnîşan kir ku reçeteya xelasiya ji rejîma heyî rêxistinên ciwanan û têkoşîna hevpar a jina ye. Tumuklu got: "Heger em li tifaqeke demokrasiyê bigerin; rêya vê û têkoşîna wê, têkoşîna ciwan û jinan a li kuçeyan e."    SYKP: BANGAWAZÎ RÊVEÇÛYÎNÊ NADE SEKINANDIN    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî got: "Di vê pêvajoyê de hemû hewldanên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê yên li dijî faşîzma bi destê AKP-MHP'ê hatiye avakirin, pir girîng in û loma em piştgiriya vê danezanê dikin." Yuce, bbîr xist ku patiyên siyasî, rêxistinên kedê û pîşeyî, rewşenbîr, nivîskar û hnermend jî bangwaziyên bi vî rengî kirine û got, lê belê bangawazî rêveçûyînê nade sekinandin. Yuce, got: "Niha tişta divê em bikin, tiştên di van bangawaziyan de hatine destnîşankirin, di nava gel de û li kuçeyan biparêzin."    PRATÎKEKE LI GOR BANGAWAZIYÊ    Yuceyê got: "Di vê pêvajoyê de tişta divê em bigirin ber çavan, rawestandina faşîzmê ye. An em ê wê rawestînin an jî ji bo em careke din nikaribin dengê xwe derxînin wê me bifetisîne. A rast bi hefteyan e jin awayê kirine vê yekê li kuçe û kolanan nîşan didin. Berxwedana jina ya ji bo Peymana Stenbolê ji bo tevahiay civakê bû mînak. Ne sibê an jî rojeke nediyar, niha demildest divê em pratîka bangawaziyê bikin, xwedî lê derkevin û dengê xwe li dengê wê zêde bikin."    MA / Nacî Kaya