Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir 2020-08-22 13:38:45 MÛŞ – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya xwe li ber şaredariya navçeya Kopê ya ku qeyûm tayîn kirine ji aliyê xelkê ve bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” hat pêşwazîkirin.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya xwe di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de îro jî çûn navçeya Kopê ya Mûşê. Xelkê Kopê, Bûldan li ber avahiya şaredariya ku qeyûm tayîn kirine bi dirûşma “HDP gel e, gel liv ir e” hat pêşwazîkirin. Xelkê bi vê dirûşmê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Bûldan li vir xelkê silav kir û pişt re derbasî avahiya partiya xwe bû. Bûldan piştî ku bi rêveberên partiya xwe re hevdîtin pêk anî, derbasî navenda Mûşê bû.