Li Deryaya Spî çi dibe? 2020-08-28 12:14:49 NAVENDA NUÇEYAN - Niviskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê rojnameyê yê îro de bi ser navê "Li deryaya spî çidibe?" bal kişand ser geşedanên li Deryaya Spî û rewşa Tirkiye Yûnanîstan û Qibrisê. Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser geşedanên li Derya Spî. Aktaş bi sernavê "Li Derya Spî çi dibe" geşedan û nakokiyên li herêmê nivîsî.    Nivîsa Aktaş a bi sernavê "Li Derya Spî çi dibe?" wiha ye.    Aktorên nakokiyên vê deryayê, di serî de Tirkiye, Yewnenistan û Qibris tê dîtin. Lê niha bi peymana navbera Receb û Serrac re, gelek dewletên din jî beşdarê vê mijarê, vê bazarê bûn. Bi rêzê Fransa, Almanya, Îtalya, Misir, Israîl, Siûdî, Imarat, Urdun, Tunus, Sûdan û hwd. Bê gûman aktorên sereke DYA û Rûsya ne. Divê Îran jî neyê jibîrkirin. Yê ku fitîla agirê vê nakokiyê pêxist R.Erdogan bû. Li pey wî, dibe ku xwe pir aşkera nekiribe jî, bi rêya Wagner Rûsya derbasî qada germ a Libyayê bû. Erê DYA xwe aşkera nake lê yê ku Receb şand Libyayê Trump bi xwe bû. Ev helwest û proje, bêgûman ji bo frênkirina Pûtîn bû. Jixwe Receb ji bo karê wisa ji doh ve amade bû. Hema weke gotina; "bê kelek li avê siwar bû” û berê xwe da Libyayê û li dijî Hafterê rikeberê Serrac şer germ û dijwar kir.   Di rojeva çapemeniya cîhanê de, ev demek dirêj e weke mijarek sereke dewam dike. Bi taybetî veguhestina hejmarek mezin a çeteyên kirêkirî û qirker ji qada Sûriyeyê birin Libyayê, gelek bala raya giştî kişand ser xwe. Li hember peymana Receb û Serrac, Misir û Yewnenistan jî peyman çêkirin. Jixwe Misrê û Meclisa Tobruka ser bi Hafterê, peyman îmze kirin. Hema li pey hev Fransa û Qibrisê peyman girêdan û hwd. Di encamê de li dijî eniya Receb û Serrac, eniyek berfirehtir çêbû. Heta ewqas berfireh e ku, rojnameyek mezin a Almanyayê Der Spiegel dibêje; Receb, xwe bi tenê mayî hîs dike!   Li ser banga Yewnenistan û Fransayê,  civînên di asta herî bilind ên dewletên YE, li ser mijara polîtîka û kiryarên dewleta tirkan kom bûn. Bi taybetî tevgera dewleta tirk a li Deryaya Spî û Libyayê, bi tundî rexne kirin û hate şermezarkirin. Di vî warî de Macron û Merkel weke kes jî li dijî siyaseta Tirkiyeyê helwest dan nîşandan û aşkera gotin em li dijî Tirkiyeyê li gel Yewnenistanê û Qibrisê cih digirin.   Bi rêya Receb û çeteyên wî, DYA li dijî Rûsyayê giraniya xwe bi cih kir. Niha êdî diyar e ku gihiştiye wê baweriyê, ew ê karibe bi rêya aşbûnê berjewendê xwe li Libyayê bi dest bixe, lewma dest bi pêngava agirbestê kir. Bi giranî Almanya xiste nava karê agirbestê û Berlîn weke navenda vî karî hate hilbijartin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve Heiko Maas kete ser rêya aşbûnê. Çû Trablûsê û Îmaratên Erebî. Piştî hewldanên Berlînê û hinek derdorên din, hefteyek li pey gera Maas, Serrac û Hafter di 21‘ê tebaxê de agirbest ragihandin.   Yên ji vê pêkhatinê dilxweşbûn xwe nîşandan, di serî de NY û YE bûn. Yên bêdeng man di serî de  Rûsya û Tirkiye bûn. Ji vî dîmenê jî hinek aşkera dibe ku ev agirbest ne li gorî dilê Pûtîn û Receb e. Gûman nîne ku Rûsya ne agahdar bû. Na xêr, heta DYA û Rûsya li ser vê mijarê axivîne û li ser wan xalên hatin ragihandin li hev kirine. Lê wisa diyar e ku  Rûsya ji vê agirbestê re ne amade bû, weke ji nişka/xafil ve hate girtin.   Rûsya, her çawa be, ew ê karibe cilika xwe ji avê derbixe. Lê xwelî serê Recebê bi ku ve biçe û ji wan çeteyên xwe re çi çareyê bibîne? Wisa diyar e ew ê li serê wî bibin bela! Her wiha ew hewldanên wî yên ji bo xazê li Deryaspî bi dest bixe jî têk diçe, beravê diçe û ew mirazê wî di qirika wî de dimîne! Weke li jor hate behskirin, her dewletên têkildar, bi hev re peymanên nû girêdan. Li gorî rojnameya Şerqil Ewsed, peymanek din jî di rê de ye.   Serokwezirê Iraqê Mustafa Kazimî, ji cem Trump vegeriya, hema bi lezgînî heyetek şand Şamê û Beşar Esad vexwendî hevkariyê kir. Ew bi xwe jî çû Urdunê û daxuyanî da ji bo hevalbendiyek 3 qolî ya Iraq-Urdun-Misrê! Vê helwestê herî giran Îranê tirsandiye. Hewldanên Maas ên ji bo lihevhanîna Tirkiye û Yewnenistanê, bi ser neket. Ew hîn ji Atîna û Enqereyê venegeriya bû, Fransa,Yewnenistan, Îtalya û Qibrisê tetbîqatek bi hêzên ezmanî û deryayî ya hevpar, li Deryaya Spî dan despêkirin; ji 26‘ê tebaxê heta 28‘ê tebaxê. Vê tetbîqatê Receb û Çavişoglu gelek hêrs kir û dîsa dest bi qebedayitiyên xwe kirin.   Îca ger mirov van hemûyan bide ber hev, Der Spiegel mafdar e ku bêje “Receb xwe bi tenê hîs dike”, rast e derûniya wî xerab bûye. Çavişoglu şand Venezuela, ji bo ku dîsa jê re zêran bîne, lê mixabin laqayî cezayên ambargoya DYA‘yê hat. Şûna zêran ew ê penêr û hwd.bînin! Lê belê dibe ku bi dizî/veşartî bînin, weke carên berê; 24 ton anîbûn! Riza Zeraf ên nû jî nikarin peyda bikin. Wisa diyar e kes nikare wan ji vî halê xerab rizgar bike! Hewara xwe bibin ku derê jî bê fayde ye!   Bi tenê yek çare heye; biçe dest lingê gelê Kurdistanê û leborînê ji wan bixwaze! Lê belê garantiya vêna jî nîne, ma gelo gelê bi wan baweriya xwe bînin û leborîna wan qebûl bike?"