Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin 2020-10-23 13:22:09 ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li îqtîdara AKP-MHP’ê kir û got: “Ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin birêve bibin û biryara hilbijartina pêşwext bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze.”    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdegirtina polîsan a duh li Amedê bi ser avahiyê wan de pêk anîn û got: “Îqtîdar li dijî siyaseta demokratîk sûckirina xwe didomîne. Heke hêj fêm nekiribûn em dîsa bêjin, hûn nikarin bi van operasyonên bêbinî û derew têkoşîna me têk bibin. Yek ji me jî bimîne wê têbikoşe. Wê ne komplo û ne jî faşîzma îqtîdarê nikaribe dengê HDP’ê qût bike. Wê nikaribin dengê heqîqeta ku digihîje gelê me asteng bike.”    ‘ROJEV FEQÎRÎ YE’    Gunay derbarê budçeya sala 2021’an niha li Meclîsê ye jî got: “Li Tirkiyê ji her du kesan rojeva kesekî feqîrî û birçîbûn e. Halê esnafan û welatiyan di nava şerpezeyê de ye. Hejmara welatiyên icra li wan vebûye 3 milyon e. Tifaqa bêyom welat muhtacî nan kiriye û welat ber bi felaketê ve dibe. Senaryoya feqîriyê li ser xelkê ferz dikin. Ferqa budçeya sala 2020’an tenê ew e ku deyn çêkiriye. Navê vê budçeyê jî talan û rantxwiriye. Em ê jî wek HDP’ê ji bo budçeya gel têbikoşin.”    ‘JI DIZIYA NAV ŞAREDARIYÊN ME TÊR NABIN’    Gunay anî ziman ku ew ê nelirêtiyên qeyûman yên li ser şaredariyên wan her eşkere bikin û got: “Ji diziya li hundirê şaredariyên me têr nabin. Dest ji îlegalîzekirina xebat, xebatkar û partiya me berdin. Heke hûn li sûc digerin, tenê li kirinên qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman binêrin wê her tişt eşkere bibe û hûnê bibînin qeyûm çi talanan kiriye.”   ‘ENDAMÊN DARAZÊ JI BO PARTIYA ME TÊN WEZÎFEDARKIRIN’    Gunay da zanîn ku li ser siyasetmedarên HDP’yî hiqûqek cuda tê sepandin û got: “Her endamek darazê ku tayîn dikin, di hedefa wan ewil de HDP û nûnerên HDP’ê hene û krîmînalîze dikin û xebatên me sûcdar dikin. Lê em ji bîr nekin hiqûq ji bo me hemûyan lazim e. Hûn îro bi hêza xwe bawerin lê siberoja xwe ji bîra nekin. Dest ji sepanên xwe faşîzane berdin.”    ‘ÎSTÎFA BIKIN’    Gunay destnîşan kir ku guhertina gelek pergalên li Tirkiyê nîşaneya krîza nebirêvebirinê ye û got: “Ez bang li tifaqa AKP-MHP’ê dikim; bi rastî jî hûn dixwazin Tirkiyê ji vê krîzê rizgar bikin û rêya xelasiyê digerin, ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin birêve bibin û biryara hilbijartina pêşwexst bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze û li benda we ye.”    MESELEYA PENABERAN    Gunay bal kişand ser pirsgirêka penaberan jî û got li dijî penaberan sûc tê kirin û xwest dawî li vî sûcî were anîn.    PEYMANA ŞENGALÊ    Gunay di dawiya axaftina xwe de ji bo Peymana Şengalê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de hatiye îmzekirin bi kurdî daxuyanî da û wiha got:    “Bi peymana Şengalê dixwazin cardin gelê Şengalê bi fermanan re rû bi rû bihêlin   Ez dixwazim ji bo mijarek jî bi kurdî bi axivim. Wek hûn jî dizanin, çend roj berê, derbarê Şengalê de peymanek hat îmzekirin. Ew peyman beriya her tiştî îradeya gelê Şengalê nas nake. Ew peyman, ji bilî nûnerên Êzidiyan û gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Dixwazin bi wê peymanê hêza xweparastinê ya Şengalê ji holê rakin. Gelê Şengalê cardin bi fermanan re rû bi rû bihêlin.   Êrişên qirêj yên li hemberî Şengalê li ber çavên dinyayê pêk hat   Belê, 6 sal berê, Şengal ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê dijminên mirovahiyê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên Kurd ên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin û êrişeke mezin li dijî rûmeta Êzidiyan û hafizeya Êzidiyan hate pêkanîn. Ev êrişa qirêj li ber çavên dinyayê hat kirin.   Îradeya gelên Şengalê nas bikin!   Peymanên ku li ser maseyan û li pişt perdeyan hatine îmzekirin û îradeya gelê me yê Êzidî nas nakin, bi ser jî nakevin. Di 6 salên dawî de me dît ku gelê me yê Êzidî dixwaze bi hêza xwe ya parastinê, bi awayekî xweser xwe îdare bike. Em bang li hêzên ku peymanan li ser Şengalê îmze dikin:   Peymana Şengalê bi giştî Başûr dixe bin talûkeyê   Îradeya gelê Şengalê nas bikin, mafê xweseriyê yê gelê me yê Êzidî nas bikin, qebûl bikin. Bi van peymanan gelê Êzidî bi komkujî û fermanan re rû bi rû nehêlin. Û divê baş bê zanîn, ew hêzên ku îro li ser Şengalê bûne parçeyek peymanan, temamê Başûr jî dixin bin.”