AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin 2020-11-04 17:00:14   ENQERE – Pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo lêkolînkirina pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin.      Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” pêşniyaznameyekê da meclisê û daxwaz kir ku pêkanîna derveyî hiqûqê û texrîbatên civak û demokrasiyê yên “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” bên lêkolînkirin. HDP’ê di pêşniyaznameya xwe de qala bêhiqûqiya li hemberî xwe kir û destnîşan kir ku darbeya siyasî ya li hemberî wan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bûye sedema texrîbatên mezin.    Pêşniyaz dema ku ket dengdanê bi dengên parlamenterên AKP-MHP’ê hat redkirin.