Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin 2020-11-06 12:17:01 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, “Bernameya Çalakiya Demokratîk" aşkere kir û wiha got: “Heta ku em îtîfaqa faşîst têk bibin emê dest bi çalakiya bê navber bikin. Çalakiyên me dê bê navber berdewam bikin."  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û Bernameya Serdema Nû ya Çalakiyan aşkere kir. Gunay, anî ziman ku wan di civîna Meclîsa Partiyê ya 11'ê Cotmehê û civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya 2'ê mijdarê de niqaşên berfireh kirin û wiha got: “Rejîma heyî riziya ye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Ev pir aşkere ye. Ev yek hatiye tespîtkirin. Ji bo ku em vê rejîma faşîst ser û bin bikin em ê bê navber dest bi çayakiyan bikin. Çalakiyên me dê bê navber berdewam bikin."   Axaftina Ebrû Gunay wiha ye:  "Me biryara destpêkirina Bernameya Têkoşîna Demokratîk da. Meclisa me ya Partiyê û Lijneya me ya Rêveberiyê, civînên xwe li dar xistin. Di van civînan de nîqaşên kûr hatin kirin. Gelo em ji vê dema tarî çawa dikarin rizgar bibin.    Partiya me biryarên dîrokî standin.    ME BIRYARA BERXWEDANA BÊ NAVBER DA   Di civînên xwe de me got 'Li dijî faşizmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet'. Ev banga berxwedan ye! Me biryar da ku em Bernameya Têkoşîna Demokratîk bidin destpêkirin. Hûn dizanin ku em ji meha Hezîranê û heta niha di nav çalakiyên domdar de ne. Bernameya Têkoşîna Demokratîk ku me niha amade kiriye, gavek nû ye.    Ji ber em demokrasiyê dixwazin, asimîlasyonê reddikin, civakê diparêzin êrişê me dikin.   EM NAXWAZIN GIRTÎGEH Û GORISTAN TIJÎ BIBIN   Em naxwazin girtîgeh û goristan tije bibin. Em naxwazin beroşên li mitbexan vala bimînin.  Ev bername ji bo pêşeroja zarokên me ye. Bi vê bernameyê, em xwedî li keda xwe derdikevin. Em dizanin zordar jî bêçare ne û êrişî me dikin. Em sedema êrişên wan dizanin. Ji ber ku em demokrasiyê dixwazin ew êrişî me dikin. Ji ber ku em li hemberî pişaftinê têkoşînê dimeşînin û red dikin, civakê diparêzin, hêza demokrasiya herêmî esas digirin em îro rastî êrişan tên. Ji ber ku em mafê karkeran dixwazin, em doza zimanê dayikê dikin, ew êrişî me dikin.   SEBRA ME ÊDÎ NEMA YE   Werin em li hemberî faşizmê tifaqa gelan ava bikin   . Lê sebra me êdî nema ye. Lewma em bangî raya giştî dikin û dibêjin; Tevgera me ya hêvîdaran e û cihê me ne li qesrane. Em li kolanan in. Em Xwediyê heqîqetê ne.  Werin em li hember tifaqa faşîzmê, tifaqa gelan bi hev re ava bikin. Em ji îro û şunde pêvajoyeke bênavber a çalakiyan didin destpêkirin.    Geşedanên li Başûr me xemgîn dikin, gelê me ne şer li benda yekitiyê ye    Mijareke me ya girîng jî rewşa Başûrê Kurdistanê ye. Geşedanên dawî yên li Başûr, mixabin me hemûyan xemgîn dike. Ne şerê navxweyî, îhtimala şerê navxweyî jî gelê me dixe nav metirsiyan.    GEL BI LENDA YEKÎTÎ Û AZADIYÊ YE   Gel li benda azadiyê ye, li benda yekîtiyê ye. Ne li benda şer û aloziya navxweyî ye. Mixabin aloziyên di navbera hêzên Kurd de hemû destkeftiyên Kurdan dixe bin talûke û xeteriyên mezin.    Şansê Kurdan nîne ku vê sedsalê jî winda bike    Gelê Kurd ji bo wan destkeftiyan têkoşîneke pir mezin da. Bi salan e gelek bedel hatin dayîn. Şansê Kurdan nîne ku vê sedsalê jî wenda bike. Ji bo wê jî em geşedanên li Başûr bi xemgînî û bi fikar dişopînin.  Em îro dibînin ku gelê Kurd li her parçeyî bi êrişên mezin re mixabin rû bi rû ye.    DEWLETÊN DERDORÊ NAXWAZIN KURD BIBIN YEK   Dewletên derdorê, dixwazin di vê sedsalê de jî Kurdan bê maf bihêlin. Loma jî naxwazin Kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Dixwazin Kurd belav bin, parçe bin û ji bo vê jî nakokiyên navbera Kurdan mezintir dikin.    Dem dema parastina yekîtiya Kurdan e   Rêveberên Kurdan, partî û saziyên Kurdan li hemberî van polîtîkayan, îro di bin berpirsyariyeke dîrokî de ne. Her kes li hemberî dîrokê û li hemberî miletê Kurd berpirsyar e. Erka sereke ya hemû sazî û alî û partiyên Kurdan bihêzkirina diyaloga nav Kurdan de ye. Divê hemû partî îro zêdetir ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bixebitin. Ne dema şerê navxweyî ye. Dem dema parastina destkeftiyên Kurdan e. Dem dema yekîtiya kurdan e.   EM BANG LI SEROKÊN KURDAN DIKIN   Bila Serokên Kurdan bibin pêşengê yekîtiyê   Em wek HDP banga diyalog û danûstandinê li hemû aliyên Kurdan dikin. Em bang li serokên Kurdan dikin ku ew bibin pêşengên yekitiyê. Divê Kurd ji her demê zêdetir bi hevdu re diyalogê deynin... Ji bo aştî û aramiya Kurdan wek HDP çi dikeve ser milê me, em amade ne. Li ser vê esasê em dikarin xebatek bimeşîn in. Carek din em ji hemû aliyên Kurdan re dibêjin, Dem dema yekitiyê û azadiyê ye.    Gunay, pirsa "Kemal Kiliçdaroglu got  ku dixwazin di navbera me partiyek derxîn in. Got ku li aliyê din dixwazin ji nav HDP’ê jî partiyek derxin. Hun van gotinên Kilicdaroglu çawa dinirxîn in?" bersivand û wiha got: "   Kes nikare ji nav HDP partiyek din derxe, partiyek ava bike. HDP partiyek pir xurt e, ev nêrîna wî ye. Lê bingeha vê yekê tûneye. HDP partiyek demokratîk e, her niqaş bi awayek demokratîk dikare xwe îfade bike. HDP bi fikra yekîtiyê li ser piyan e û karê xwe dimeşîn e."