Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin 2020-11-07 10:24:12 STENBOL - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku di 8'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdê ket greva birçîbûnê û piştî 200 rojan, bi hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dawî li çalakiyê anî, diyar kir ku ew dikarin tecrîdê bi têkoşîna gelan bişkînin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a li Girava Îmraliyê 21 salin di yek hucreyê de tê girtin. Rêberê PKK'ê Ocalan di 21 salên girtîgehê de gelek caran di hevdîtinên bi parêzeran re banga aştî, diyalog û çareseriya demokratîk kir. Bang li rêxistinên civakî, saziyên demokratîk, hikûmetê û dewletê kir ku bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bikin. Herî dawî piştî ku di sala 2013'an de piştî hevdîtinan pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin û şer bi dawî bû, di sala 2015'an de piştî Serokê AKP'ê Serokomar Tayyip Erdogan got çareserî û mase tune ye, hevdîtin qut kirin. Her çend Wezîrê Dadê diyar kir ku li pêş hevdîtinê tu pirsgirêkên hiqûqî tune ne jî gelek serlêdanên parêzeran tên redkirin û hevdîtin nayê kirin.    DEST BI GREVA KIR   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, dema li Girtîgeha Jinan a Amedê bû, di 7'ê mijdara 2018'an de li salona dadgehê aşkere kir ku li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Guven, anî ziman ku heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe berdewam bike û di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi grevê kir. Bi çalakiya Guven re, çalakiya greva birçîbûnê, hem li girtîgehan û hem jî li derve li gelek bajar û dervê welat belav bû. Bi hezaran siyasetmedar û pêşengên Kurdan ketin grevê û piştî 8 salan parêzer çûn Îmraliyê Guven, piştî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin, li ser banga Ocalan di roja 200'î de dawî li çalakiyê anî.    KONSEYA EWROPA RAPORA TECRÎDÊ ERÊ KIR   Parêzer piştî navbera 8 salan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re 5 hevdîtin kirin. Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn li îmraliyê hevdîtin kirin û carek din destûr nedan parêzeran ku biçin hevdîtin bikin. Rayedarên dadgehê herî dawî sedema astengkirina hevdîtna parêzeran nexşerêya Ocalan a ji 156 rûpelan pêk tê û di sala 2009'an de nivîsîbû hincet nîşan da. Dadgehê di 23'ê îlona 2020'an de aşkere kir ku li Ocalan û girtiyên din 6 meh cezayê astengkirina parêzeran hatiye dayîn. Di 23'ê cotmeha 2020'an de Komîteya Şopandinê ya Komîteya Daîmî ya Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropa der barê Tirkiyeyê de rapor erê kir.    BANGA BIDAWÎKIRINA TRECRÎDÊ   Di raporê de hat diyar kirin ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Wezîrê Dewleta Alman ê Karên Ewropa Michael Roth, li ser rapora CPT'ê bang li Tirkiye kir ku parêzer û malbat biçin îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê hêj Tirkiye bersîv nedaye vê yekê. Li ser vê yekê KCD, HDP, DBP û TJA'yê di 12'ê îlonê ji bo Azadiya Ocalan kampanya "Dema bi dawîkirina Tecrid, Faşizm, Dagirkeriyê ye, Dema Azadkirinê ye" dan destpêkirin. Dîsa li gelek welatên Ewropa û rojhilata navîn jî li dijî tecrîdê kampanya hatin destpêkirin.    ‘EZ KETIM MARATONA AZADIYÊ’   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 200 rojan ket çalakiya grevê û piştî hevdîtinan çalakî bi dawî kir, li ser tecrîdkirina Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Guven, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê 21 sal in li gel dewletên di komployê de rol girtine li ser Ocalan tercîdek bi zanebûn û pîlankirî dimeşînin û wiha got: "Min weke Hevseroka KCD'ê ku gelek nasnameyan di bin baneyê xwe de vedihewîne, bi armanca balê bikişînim ser tercîdê dest bi grevê kir. Piştre çalakî li hemû girtîgehan û derve belav bû. Di çalakiyan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakî di pêvajoya ku li Tirkiyeyê zextên li ser civakê pir zêde bûn dest pê kir. Min ev çalakî bi biryara xwe ya tekakesî û vîna azad pêk anî. Ez ketim maratona azadiyê. Piştî çalakiyê hevdîtin hatin kirin. Lê niha tecrîd disa didome. Divê bê zanîn ku aliyê navneteweyî yê tecrîdê heye. Me bi vê çalakiyê neqebek vekir. Lê tecrîd didome. Piştî 8 salan yekem car parêzer çûn îmraliyê û parêzeran 5 caran hevditin kirin. Me dengê Ocalan gihand derve. Lê tecrîda mutlaq ancak bi têkoşîna gelan bê şikandin."    ‘TECRÎD TIRKIYEYÊ DIKE ZORÊ’   Guven, anî ziman ku welatên wê demê di nava tecrîdê de cihê xwe girtibûn, divê îro li hewldanên wan ên Rojhilata Navîn bê nerîn û wiha axivî: "Ev hêzên ku îro li rojhilata navîn şer pêş dixin û yên di sala 1998'an de Ocalan ji Sûriyeyê derxistin ji hev ne cuda û ne serbixwe ne. Van welatan Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin. Ev hêzên ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin xwestin bêtir li Rojhilata Navîn dagirkeriyê pêş bixin. Dewlemendiyê wê desteser bikin. Hêzên ku Ocalan teslîmi Tirkiyeyê kirin û yên tecrîdê kûr dikin heman hêz in. Polîtîkayên tecrîdê bi her awayî Tirkiyeyê dixe zorê. Ocalan dema rola Tirkiye ya di tecrîdê de anî ziman, diyar kir ku rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Di nava 21 salan de hin hevdîtin hatibin kirin jî tecrîd her tim heye û didome. Girava Îmraliyê bi xwe tecrîd e. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê geş û baş bibe divê tecrîd bi dawî bibe. Li cihanê yê herî zêde di tecrîdê de ma Nelson Mandela ye. Lê Mandela wê demê ji aliyê îqtîdarê ve wekE sermuzakerevan hat nasîn û bi şeklê bibe rêberê gelê xwe hat berdan. Mînakên cîhanê nîşan didin ku çareserî ne tecrîd e. Israra di tecrîdê de israra di şer de ye.    ‘EWROPA BÊDENG E’   Di berdewamê de Guven, bal kişand ser çalakiyên ku îro li welatên Ewropayê ji hêla kurdan ve tên lidarxistin û ev tişt got: “Li hemberî komkujiya AKP’ê welat û saziyên ewropa bêdeng in. CPT yek ji saziya navneteweyî ye. Lê li dijî tecrîdê bêdeng e. Ev tarza CPT ku ji 6 mahan carekê bê rapor amade bike û biçe nayê qebûlkirin. Rapora ku CPT ji bo Îmraliyê amade kiribû girîng bû. Lê kurd bi salan e li dijî tecrîdê têdikoşin. Herî dawî di çalakiya greva birçîbûnê de 8 ciwanên kurd li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê. CPT neçar ma biçe Îmraliyê û rapor amede bike. Tirkiye hişyariyên CPT yekê jî pêk nîne.”   MODELA ÇARESERIYÊ   Derbarê projeyên Ocalan de jî Guven ev tişt anîn ziman: “Birêz Ocalan 21 sal berê dema anîn îmraliyê modela çareseriya "Komara Demokratîk" anî holê. Ocalan hem ev çareserî vegot û hem jî pêş xist. Di sala 2009’an de ji bo çareseriyê Nexşerê amade kir. Lê li hemberî vê çareseriya Ocalan, dewletê bi operasyonên KCK'ê bersîv da. Her roj siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Di pêvajoya  Ocalan çareserî pêş xist, dewletê dest bi operasyonan kir.”   ‘KURDAN BI DEH HEZARAN BEDÊL DAYE’   Guven, bi lêv kir ku pêngava “Tecrîd, Faşîz û Dagirkeriyê bi Dawî Bike; Azadiyê Pêk Bîne” pêngaveke girîng e û axaftina xwe wiha doman: “Dinya di guhertinekê re derbas dibe. Beşên ku di nav vê guherînê de bi rêxistin bin, li ser piya bin û bi hêz bin wê statuya xwe bi dest bixin. Lê kesên ku bi awayekî têrker rol negirin û tenê temaşe bikin wê ji dîrokê herin. Êdî maf û luksa windakirina kurdan nîne. Lewre kurd ji bo ku hebûna xwe gelek bedêl dane. Li parçeyên Kurdistanê bi deh hezaran kurd jiyana xwe ji dest dan. Em kurd û ji ber kurdbûna me hin mafê me hene. Ziman û çanda me heye. Em dixwazin em xwe bi rê ve bibin. Divê ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes tevlî pêngavê bibe û bibêje dema azadiyê ye. Divê êdî kurd azad bibin. Êdî dema radestkirina bajarên dagirkeriyê ya xwediyê wan e. Îro Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriya çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de ne. Ji bo dawîkirina vê pêngav girîng e. Di demên pêş de di vê mijarê de dê geşedanên girîng derkevin holê.”    MA / Erdogan Alayûmat