Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin 2021-05-05 15:42:39 ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi oprasyonên dersînorî wê neyê çareserkirin û got: “Çareserî di hundirê Tirkiyeyê de ye, ne li dersînor e, di siyaseta Tirkiyeyê de ye.”  Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.    Beştaş bal kişand ser qedexeya derketina derve ya giştî û bêyî ku îqtidar mîsogeriyê bide xelkê terkî birçîbûnê kiriye, îqtidarê vê qedexeya giştî pêk neanî û vê tabloyê li ber çavê dinyayê raxistiye. Beştaş da zanîn ku îqtidarê xizanan li malê hefs kiriye û dewlemendan jî şandiye betlaneyan.    ‘ÎQTIDAR XELKÊ BER BI ÎNTÎHARÊ VE DIBE’    Beştaş diyar kir ku li şûna rêveberiya şewbê rêveberiya îdraqê heye û got: “Vê îqtidarê dewleta sosyal zûve girtiye. Niha jî cînayetên sosyal pêk tên. Gelek întîhar pêk tên. Em dibînin ku di serdema AKP’ê de rêjeya întîharan zêde bûye. Bi taybetî di serdema pandemiyê de întîhar pir zêde bûne. Şewba koronayê veguheriye krîza îqtidarê. Bi vê rewşê re her roj tiştek diqewime. Ev îqtidar her roj pesnê anîna derziyan dide. Serokkomar, wezîr û rayedarên din her yek ji wan tiştek dibêje. Ya rast ew e ku derzîkirin nîne. Welatî nikarin xwe derzî bikin. Pirsgirêk heye. Îqtidarek ku xelkê bi koronayê re rûbirû hiştiye heye.”   OPERASYONÊN DERSÎNOR    Beştaş derbarê oprasyona Tirkiyê ya dersînor ku li dijî Zapê, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin de jî axivî û wiha got: “Niha li başûrê Kurdistanê operasyonek bejahî û esmanî pêk tê. Ev operasyon nû ne? Naxêr, bi salan e operasyon berdewam dikin. Di dîroka 100 salî ya Tirkiyê de serî li her rêbazên înkar, îmhayê hat xistin. Di binê her meseleyê de pirsgirêkek heye û navê wê pirsgirêka kurd e. Gelek îqtidar hatin û çûn, wan jî vê pirsgirêkê tune dihesibandin. Niha ew îqtidar tune ne. Ev îqtidar jî bi biryar e li ser rêça wan biçe.    POLÎTÎKAYA ŞER    Cara yekem di sala 2012’an de pêvajoya diyalog û muzakereyê hat destpêkirin. Operasyon û şer sekinîbû. Di wê pêvajoyê de 84 milyon welatî li Tirkiyê bêhnê sitend. Li her aliyê Tirkiyê piştevaniyek cidî ji bo pêvajoyê hebû. Lê vê îqtidarê çi kir? Pêvajoyê daf da û bi dawî kir û hat wê astê ku bêje ‘pirsgirêka kurd tune ye’. Îqtidarê biryara girankirina tecrîdê li Îmraliyê girt. Di vê pêvajoya şer hat destpêkirin de her kes tê binçavkirin û girtin. Armanca operasyona dersînor ew e ku rastiyan ji xelkê veşêrin. Pereyê ku li şûna bikeve berîka xelkê lê li ser şer xerc dikin. Îqtidar ji bo bekaya xwe û îqtidara xwe bidomîne polîtîkaya şer û propagandayê didomîne.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Pirsgirêka kurd ji bilî diyalog û muzakereyê nikare were çareserkirin. Ev mesele bi operasyonên dersînor nayê nikare were çareserkirin. Navek din jî yê vê operasyonê û polîtîkaya înkarê ew e; tecrîda Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Îqtidar ji me re vê dibêje: Ez vê tecrîdê disepînim. Ez hiqûqê nas nakim. Ez îşkenceyê pêk tînim. Pergala li Îmraliyê pergalek taybet a înfazê ye. Baş e, çima tecrîdê li ser Abdullah Ocalan disepînin. Çimkî Ocalan di her axaftina xwe peyama aştiyê dide. A rast peyama azadiyê û jiyanek bi hev re dide. Gelê kurd jî dizane ku Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze. Çima? Ji sala 99’an vir ve li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Heta roja îro tu peyamek ji bo şer û pevçûnan neda. Her carê payamên çareserî, aştî û diyalogê da. Beşek girîng a Tirkiyê vê yekê nizane.   ÇARESERÎ LI HUNDIRÊ TIRKIYEYÊ YE    Di heman demê de tecrîd pêşî li çareseriyê jî digire. Ev polîtîkayek ji bîrkirinê û tecrîdkirina demokrasiyê ye. Çi dixwazin bila bikin, ne Ocalan tê jibîrkirin û ne jî peyamên wî ji bo aştiyê tên jibîrkirin. Her wiha li vî welatî wê rastiya pirsgirêka kurd jî neyê jibîrkirin. Çimkî her roj, her kêlî ev polîtîka li ser vê tê teşekirin. Nikaribûn bi van polîtîkayan gel bînin dij hev. Tecrîd, pirsgirêka kurd, operasyonên dersînorî, polîtîkaya şer ew rastî ye ku Tirkiyê dixetimîne, pêşiya demokrasiyê û nîqaşan digire. Lê em wek HDP’ê dixwazin ji van jiberan rawestînin. Kurd li vî welatî ji bona xwe tenê tiştek dixwazin ku bi gelên Tirkiyê re di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn. Rêya vê jî siyaseta demokratîk e, muzakere û diyalog e. Berevajî vê yekê em ê her êşê bikişînin. Çareserî li hundirê Tirkiyeyê ye, çareserî ne li dersînor e. Di siyaseta Tirkiyeyê de ye.”