Bûldan û Sancar peyma cejnê dan 2021-05-13 10:12:17 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Cejna Remezanê ya gelan pîroz kir û peyama, "Ji bo ku avakirina wekheviyê û aştiyê, em bi biryarin ku têkoşîna xwe dewam bikin" dan.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin. Peyama Hevserokên Giştî wiha ye: "Di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de em Cejna Remezanê ya 2021’an bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin. Li her aliyê cîhanê zalimên zordest, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Dixwazin zilm û tarîtiyê pêl bi pêl belav bikin û text û tacê xwe yê zordestiyê qayîm bikin. Li şûna biratiyê dijminahiyê, li şûna aştiyê şer, li şûna yeksaniyê stemkariyê li ser gelan ferz dikin.    PEYAMA PIŞTEVANIYÊ   Ruhê cejnan ruhê aramî, aştî, piştgirî û piştevaniyê ye. Ruhê biratî, dostanî û yeksaniyê ye. Em ê vê Cejna Remezanê jî, bi ruhê wê û wateya wê ya rasteqînî pîroz bikin. Di Cejna Remezanê ya îsal de em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî neheqî, zilm û zordariyê têkoşîna xwe ya heq û edaletê bilind bikin.    EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN   Cografyaya me wekî baxçeyê gelan, baweriyan û cudahiyan e. Nirxên qedîm ên mirovahiyê dewlemendiya me ya herî mezin e. Di vê cejnê de jî hêvî û daxwaza me ew e ku, li welatê me û li temamî cîhanê hemû duayên ji bo aştî û aramiyê, biratî, yeksanî, azadî û tenduristiyê tên kirin, biqebilin. Cejna Remezanê bibe wesîleya şîfaya xêrê ji bo hemû nexweşan û rojên xêr û bereket ji bo gelê me û temamî mirovahiyê.    Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be. Em hêvî û daxwaz dikin ku Cejna Remezanê ya îsal yekîtî, piştgirî û hevgirtina me xurt bike û aramî, azadî, xweşî, silametî û aştiyeke birûmet û mayînde bîne."