Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite 2021-05-24 10:39:26 ÎZMÎR - Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku axaftinên rêveberê çete ku ji dewletê piştgiriyê digire Sedat Peker ji bo deşîfreya çerxa aboriya narko ya weke Sûsûrlûkê girîngin û wiha got: “Axaftinên Peker ji aliyê fînansekirina şerê qirêj ve tê bi rêvebirin gelek girîng in. Peker, ji fîguranan tenê yek e. AKP weke dewleteke mafyayê dixebite.”   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê, Mûsa Pîroglû îtîrafên rêveberê çete ku ji dewletê piştgiriyê digire Sedat Peker nirxand. Pîroglû, Bûyera Sûsûrlûkê ku têkiliyên mafya û dewletê derketibûn holê bi bîr xist û wiha got: “Sûsûrlûk, delîla fînansekirina şerê qirêj a tiryakê bû. Agar, seraktorê Sûsûrlûkê bû. Em di pêvajoyeke weke Sûsûrlûkê ku çerxa aboriya narkoyê deşifre bûyî re derbas dibin. Qala milyar dolaran dikin. Axaftinên Peker ji aliyê fînansekirina şerê qirêj gelek girîng e. AKP weke dewleteke mafyayê dixebite. Ji destpêkê heta niha wisa bû. Li ser şaredariyan qaçaxçîtiya mirovan kirin, qaçaxçîtiya tiryakê tê kirin, çeteyên kokaînê hene, tecawizkar û kujer destê xwe dihejînin û digerin, ji serî heta binî weke rêxistineke sûc bûye. Peker, tenê yek ji wan fîguranên ku van sûcan berbiçav dike ye.”   PEVÇÛNA FRAKSIYONAN   Pîroglû, da zanîn ku bi salan e çerxa têkiliyên dewlet û mafyayê dizivire û wiha axivî: “Axaftina Peker ya niha girêdayî pevçûna di nava fraksiyonên dewletê ye. Derfetên me hene ku em vê çerxê bişikînin. Heke em vî çerxî neşikînin wê tenê cihê fraksiyonan were guhertin û tiştê di vî çerxî de were hêran wê ked û laşê gelê xizan bibe. Çawa ku li Sûsûrlûkê bloka desthilatê hat tasfiyekirin û şûna wê hêzeke din anîn, niha jî dibe ku di vê pevçûna di navbera serdestdan de cihê fraksiyonekê were guhertin.”