Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî 2021-06-01 12:09:14   ÊLIH – Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz, cezayê qedexeya hevdîtinê ku ji ber silava kurdî dabû kurê xwe yê girtî li Fatime Demîr hatibû birîn, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.   Fatîme Demîr ku çûbû serdana kurê xwe yê girtî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, bi hinceta ku silava bi kurdî dabû girtiyek din û bi van gotinan “Çawanî başî” pirsa wî kiribû, 6 cezayê qedexekirina hevdîtin lê hatibû birîn. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz vê mijarê bir rojeva meclisê bi pêşnûmepirsekê  xwest ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyanî bide.    Necdet Îpekyuz têkildarî mijarê ev pirs ji Gul kirin:    “* Li girtîgehan dema hevdîtinan ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din qedexe ye? Heke qedexe be hinceta vê qedexeyê çî ye?   * Derbarê binpêkirinên mafên ên bi vî rengî de çi xebatên Wezareta we hene?   * Ev biryar li gorî kîjan xala qanûna înfazê û bi kîjan hincetê hatiye dayîn?   * Heta niha li girtîgehan bi van hincetan ceza li çend kesan hatine birîn?   * Derbarê rêveberên ku vê biryarê dane de tu lêpirsîn hatine destpêkirin?