2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya 2018-02-03 11:54:39   ENQERE - Ruxmê hemû zext û astengiyan berî kongreyê HDP'ê bi tevlêbûneke xurt, ji bo nexşerêya xwe diyar bike 2'yemîn Konferansa Asayî civand.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin êrîş û zextên dijwar de amadekariya 3'yemîn Kongreya Asayî dike, 2'yemîn Konferansa Giştî ya amadekariya kongreyê dike li hev civiya. Konferansa li Otela Plaza ya Enqereyê bi beşdariya 500 delegeyî kon bû, dê encamên konferansên herêmî nên nirxandin. HDP'ê duh jî 2'yemîn Konferansa Jinan pêk anîbû.   WEKÎLÊN GIRTÎ LI SALONÊ BÛN   HDP'a ku 9 wekîlên wê girtî ne, der barê wekîlekê wê de biryara girtinê hatiye derxistin, wekîliya 6 kesan hatiye xistin û der barê wekîlan de bi dehan doz hatine vekirin, di heman demê de qasî 5 hezar endam, rêveber û aktivîstên wê girtî ne, di rêya xwe ya azadî û demokrasiyê de bi coş dimeşe. Konferansa bi şiyara "Partiya bi hêz, têkoşîna bi biryar" li hev civiya, di salona civînê de li gel wêneyên hevserokên giştî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, wekîlên girtî Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, Burcu Çelîk, Abdullah Zeydan, pankarta "Emê teqes bi ser kevin" hatin daliqandin.   RUXMÊ ASTENGIYAN   Ji derveyê cihê civînê li derve dorpêça polîsan hebû. Kesên dihatin û diçûn, yek bi yek di lêgerînê re derbas dikirin û zêdebûna polîsan bal dikişand. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, berdevkên saziyên girêdayê HDP'ê, wekîlên HDP'ê û gelek rêveber di salonê de cih girtin.   Li salonê strana bi zimanê kurdî ya "Lêxin Şêrê Efrînê" û zimanên cuda stran dem bi dem hatin lêxistin. Berî konferansê hin ciwanan li salonê dîlan gerandin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dema ket salonê beşdarvanan ji bo Turk li çepikan dan.   DÊ DU ROJAN BAJO   Konferans dê du rojan bajo, dê bi axaftinên vekirinê dest pê bike. Di konferansê de geşedanên siyasî, rewşa rêxistinî, hevdîtinên pêşnûmeyên biryaran bên nirxandin. Dîsa êrîşên li dijî Efrînê xaleke girîng a konferansê ye, ji hêla din ve, dê ji pirsên wekî "Partiyeke çawa û rêveberiyeke çawa?" re li bersivan bigerin. Her wiha dê di konferansa HDP'ê de li ser nexşerêya pêşerojê bernameyeke xebatê bê zelalkirin. Dê vê xebatê pêşkêşî kongreya 11'ê Sibatê bikin.