Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir 2021-06-15 15:27:20   EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinan Re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re di roja duyemîn de li Edeneyê didomîne. Di şandeyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce û rêveberên jin ên HDP'ê cih girtin.    Şandeyê bi serdana karkerên kargeheke tekstîlê ya navçeya Seyhanê bernameya xwe da destpêkirin û pişt re serdanên xwe li navçeya Ceyhanê domandin.   Pervîn Bûldan û kesên pê re li vir serdana malbata Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F dimîne, kirin. Şandeyê piştî serdana malbatê, serdana jinên ku li zeviyan dixebitin kirin.