Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn! 2021-06-21 21:53:57   ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, di îdianameya derbarê girtina HDP'ê de, parlementeriya dema HDP'ê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê wekî "peywireka payebilind" pênase kiriye û dixwaze cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn.   Îdianameya derbarê girtina HDP'ê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku cezayê qedexekirina siyasetê li 451 HDP'iyan bê birîn.    Di îdianameyê doza girtina HDP'ê de, yek ji kesên tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz e. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku Aydenîz di navbera 6'ê Gulana 2018'an û 30'yê Cotmeha 2019'an de endama HDP'ê bûye. Di îdianameyê de fezlekeyên derbarê Aydenîzê de jî cih girtine.    Her wiha di îdianameyê de parlementeriya Aydenîzê ya dema HDP'ê jî wekî "peywira payebilind" hatiye pênasekirin û ji bo tiştên tên tawanbarkirin jî piştgiriya wê ya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hatibûn destpêkirin û beşdarbûna wê ya kongreyên KCD'ê wekî delîl hatine nîşandan.