Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike 2018-02-04 11:30:27 ENQERE - 2'yemîn Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike. Duh nîqaş hatin pêşxistin û dê îro di çarçoveya biryaran pêşnûmeyê de şeklê dawî bê dayîn û bi vê re prespektîfa polîtîk a partiyê zelal bibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin zext û êrîşên dijwar de bi şiyara "Partiya Bi Hêz, Têkoşîna Bi Biryar" 2'yemîn Konferansa Asayî li dar dixe û amadekariyên xwe yên dawî ji bo Kongreya Mezin dike.   Ruxmê astengiyan jî bi beşdariya 500 delegeyî konferansê dest pê kir û hêjiyiyeke girîng derket holê. Duh piştî axaftinên vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kiribû.   JI BO EFRÎNÊ PLANSAZÎ   Di nirxandinên duh de bi taybetî ji bo meseleya Efrînê plansazî derket holê. Hat diyarkirin ku AKP bi êrîşên li dijî Efrînê re, destkeftiyên gelê kurd û statuya gelê kurd dike armanc, ji hêla din ve mudaxaleyê lêgerînên çareseriyê yên li Sûriyeyê dike û ev tişt hat gotin: "Lê ya rast ev êrîşa bi destê AKP'ê tê kirin, êrîşeke navneteweyî ya li dijî pergala demokratîk e."   DAXUYANIYA HEVPAR   Hat diyarkirin parastina Efrînê di heman demê de parastina nirxên demokratîk û jiyana nû ye û ev wiha hat gotin: "Rêveberiya partiyê jî ev wekî mijara sereke girtiye dest û pêşniyar hatine kirin. Di çarçoveya nirxandinan de bi beşdariya hemû hevparan, ji bo Efrînê dê daxuyaniyek bê dayîn û helwest bê girtin. Dîsa ji bo Efrînê divê xaleke taybet li pêşnûmeyê bê zêdekirin." Yek jî mijara konferansê ya girîng jî hat gotin ku qasî ku pêwîst kiriye polîtîka nehatiye bi pêşxistin û plansaziyek baş ji bo têkoşîna li dijî zextan nehatiye diyarkirin.   Nîqaşên ku îro bên kirin, dê ev mijar bigihêjin encamê. Her wiha duh HDP'ê li ser 12 xalên wekî têkoşîna li dijî zextên li ser civakê, têkoşîna hevpar, têkşîna li dijî polîtîkaya tecrîdê, helwesta li dijî cilên yek tîp, xebatên yekitiya neteweyî, polîtîkaya ciwanan, parastina mafên kedê, mafê perwerdeyê, siyaseta ekolojîk û rêveberiyên herêmî jî pêşkêş kiribû, dê îro şeklê dawî bidê.   Dê îro saet di 13.00’an de, li salona konferansê der barê Efrînê de daxuyanî bê dayîn.    Piştî konferansê dê encamname bhê weşandin.