Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin 2018-02-05 09:34:18 ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, bal kişand ser pirsgirêka kurdan û Efrînê û wiha got: "Ger ku di pirsgirêka kurd de hûn rastiya Efrînê nebînin hûn nikarin paşerojê saz bikin. HDP dê di kongreya 11'ê Sibatê de ji şer re bêje na. Ji bo pêşerojek azad bi rêxistin bike dê gavan bavêje."  Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, der barê rewşa pirsgirêka kurd, Efrînê û 3'emîn Kongreya Asayî ya 11'ê Sibatê ya HDP'ê de ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kirin. Kerestecîoglu, diyar kir ku tevî hemû zahmetiyên mezin û zextan HDP wekî îro dê sibê jî paşeroja Tirkiye ya azad û demokratîk diyar bike."     'DIXWAZIN HDP'Ê ASTENG BIKIN'   Kerestecîoglu, anî ziman ku ji ber HDP di vê pêvajoyê de rolek mezin û girîng daye ser xwe,dixwazin wê asteng bikin û wiha axivî: "Ger ku paşerojek Tirkiye ya aştî û azadiyê hebe, ev yek di biratiya gelan û hemwelatiya wekhev û azad re derbas dibe. Divê li ser esasê ku karibin wekhev bi hevre bijîn û hemû nasname, bawerî xwedî nûnertiyek azad pêşeroja xwe diyar bikin. Divê li ser esasê azadiya jinê û ekolojiya demokratîk paşeroj bê avakirin. Li ser esasê ku zarok rastî îstîsmarê nayên û hemû reng bi vîna xwe bijîn bê avakirin. Ev yek di cewherê HDP'ê de heye. Hişmendiya ku pêşerojek wisa ava bike nayê kontrolkirin. Azadî yanê sînorkirin û kontrolkirin. Ji ber vê yekê dixwazin HDP'ê asteng bikin."    'NEDÎTINA GELÊ KURD Û EFRÎNÊ NABE  ÇARESERÎ'    Kerestecîoglu, anî ziman ku hikûmet ji bo dengê xwe winda neke, bi zordariya militarizmê siyasetê pêş dixe û wiha lê zêde kir: "Siyasetek wisa Tirkiye nikare li Rojhilata Navîn paşerojê ava bike. Ji xeynî HDP'ê tu partiyên din nikare paşeroja gelan ava bike. Ji ber ku yên ji şer re dibêjin erê nikarin gelan bînin cem hev û nikarin paşeroja gelan ava bikin. Ger ku aştî hat avakirin wê demê dê paşeroja gelan jî bê avakirin. Ger ku pirsgirêka kurd, rastiya  kurd û Efrînê neyê dîtin paşeroj nayê avakirin. Mirovên koçber bûn hatin li Efrînê bi cih bûn. Ji ber ku li wir pergala demokratîk, zayendiya azadîparêz û ekolojîk hatiye avkarini. Kesên ku piştgiriyê bidin operasyonê û şer bimeşînin nikarin paşerojek azad ava bikin. Ji ber vê yekê HDP paşeroj e."   'PARASTINA AŞTIYÊ HEQ E'   Kerestecîoglu, bal kişand ser zextên li ser kesên li dijî şerê Efrînê û kesên aştiyê dixwaze û wiha got: "Kesên li dijî şerê Efrînê û li dijî şer aştiyê dixwazin di bin zextên gelek zêde de ne. Mînaka vê yekê TTB ye. Pir aşkere kirin hedef. Wan her dem daxuyaniyên bi vî rengî dan. Di medya civakî de her dem dijberiya xwe ya şer parvekirin. Parastina aştiyê mafê rewa ye. Azadiya ramanê ye. Dijberi vê yekê parastina şer sûc e. Tu rewaya vê tundiyê tune. Ji ber ku ne rewa ne û ditirsin van zextan zêde dikin."    Kerestecîoglu, destnîşan kir ku di milê parastina heq û hiqûqê de dê bi têkoşîna xwe dîrokê binivisin û têkoşîna xwe berdewam bikin.    MA / Dîren Yurtsever