Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir 2018-02-06 10:28:37 AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re dest pê kirine û ev tişt got: "Heta pergal neguhere, dê di her serdemê de kesên wekî Erdogan, Bahçelî û Perînçek derkevin holê." Êrîşên li dijî Efrînê di roja 18'an de dewam dikin, AKP'a ku partiyên wekî MHP, CHP, Vatan Partisi (Partiya Welat), Hur Dava Partisi (Partiya Doza Hur) û gelek partiyên wekî wan daye gel xwe, bi OSO'yê re di operasyonê de gelek zehmetiya dikişîne. Li Tirkiye û Kurdistanê jî bertekên li dijî êrîşan her ku diçin zêde dibin. Ji bo pêşî li vê pêla berxwedan û nerazîbûna bên girtin, gelek siyasetmedar, rêxistinên demokratîk, odeyên pîşeyî, rojameger di bin zextan de ne û tên girtin. Herî dawî TTB'ê ji ber danezana "Ji şer re na aştî a niha" weşand, 11 endamên Konseya Navendî hatin binçavkirin. Dîsa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber li dijî êrîşên li ser Efrînê derket, hat girtin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku TSK û OSO dixwaze gelê kurd tune bike û ev wekî polîtîkayekê dane pêşberî xwe.   ‘OSO RÊXISTINEKE TERORÎST E’   Ozturk aşkera kir ku êrîşên li dijî Efrînê "Dagirkerî" ye, hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di jiqûqa navneteweyî de ev "Dagirkerî" ye. Ozturk da zanîn ku AKP-MHP û hêzên kûr naxwazin kurd bibin xwedî statu û ji bo wê hatine gel hev û ev tişt got: "Heta niha li Rojava tenê yek kevir neavêtine hêzên Tirkiyeyê. Ji ber wê bi hincetên wekî 'em ewlehiya sînorê xwe digirin', derewên mezin dikin. Tu tiştê ku hikumeta AKP'ê di siyaseta navxweyî de bêje nema, bi van êrîşan emrê xwe dirêj dikin. Lê divê vê yekê bizanibin, bi van êrîşan pêşeroja gelê Tirkiyeyê tarî dikin. Hêzên OSO'yê yên bi wan re di êrîşan de cih digirin, di nava wan de gelek teroîst hene. Gelê Erfîn û Rojava bi salan li dijî DAIŞ'ê şer kir. Cihê ku Tirkiye dibêje 'Ez li dijî DAIŞ'ê şer dikim' bila vegere DAIŞ'iyên di nava OSO'yê de mêze bike."   ‘HEKE BÛN MAFDAR BIN, HÛN ÇIMA JI DIJBERÊN ŞER DITIRSIN?’   Oztgurk destnîşan kir ku AKP beyî ku pêşeroja gelên li Tirkiyeyê bifikire, dikeve tevgerê û wiha pê de çû: "AKP ne mafdar e û ji ber wê ji gotina 'aştiyê' gelekî ditirse. Kesên li dijî şer derdikevin zextên dijwar li wan dikin. Ji van yek jî Hevseroka me Leyla Guven e. Çima hat girtin? Ji ber ku li dijî şer bertek da nîşan. Ji ber ku digot ev êrîş li dijî kurdan pêk tên, hat girtin. Kesekî ne niheq be ji gotinên wiha natirse. Ez dixwazim ji desthilatdariyê bipirsim; hûn dibêjin em mafdarin, wê demê hûn ji çi ditirsin? Ji ber ku ew jî dizanin gel ji van êrîşan ne razî ne, dixwazin şer raweste."   ‘ÊRÎŞA L DIJÎ EFRÎNÊ Û TECRÎD HEMAN TIŞT E’   Ozturk anî ziman ku Efrîn ya efrîniyan e, bi sed hezaran mirov meşiyane wir û ji dagirkeriyê re gotine na. Ozturk derbirî ku êrîşa li dijî kurdan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hev re girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên li hundur û li derve li dijî kurdan pêk tên, di 5'ê Nîsana 2015'an de dest pêkir û ev jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd re dest pê kir. Dixwazin fikir û felsefeya Birêz Ocalan a ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn vala derxin. Sedema êrîşa li dijî Rojava eve. Birêz Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê çareser bike. Lê hikumeta AKP'ê naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike."   ‘EFRÎNÊ ASTA TECRÎDA NAVNETEWEYÎ NÎŞAN DIDE’   Ozturk, da zanîn ku bingeha pergala li Rojava hat avakirin xwe dispêre ramanên Ocalan û wiha domand: “Gelên Rojhilata Navîn cara yekemîn e ku xwe bi vîna xwe bi rêve dibin. Pergala li Rojava ne navendparêz e. Pergala ne navend parêz, hêzên empergalîst jî naxwazin. Emperyalîst dixwazin kesek netê hebe. Gava wî kesî dikin bin kontrola xwe, bawer dikin ku dê hemû Rojhilata Navîn bixwin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê îro Rûsyayê qada hewayayî vekir. Ev jî asta tecrîdê ya navneteweyî nîşan dide. Komploya navneteweyî ev yek pir baş nîşanî me da.”   ‘PIRSGIRÊK NE KESIN, PERGAL E’   Ozturk, destnîşan kir ku desthilatdariya li Tirkiyeyê tim êrîşî kurdan dike û ev nirxandin kir: “Êrîş îro jî zêde bûne û bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Parlamenterên ku vîna gel in avêtin girtîgehê. Bi vê dixwazin nîşan bidin ku dê gelê kurd tune bikin. AKP’a ku ji hilbijartina 2002’an û heya hilbijartina 7’ê Hezîranê bi tena serê xwe desthilatdariyê dike, piştî 7’ê Hezîranê, êrîşên li ser kurdan girantir kirin. Hewl didin bi tunekirin kurdan hebûna xwe domdar bikin. Mînakên vê yekê di dîrokê de hene. Ji ber ku di vir de pirsgirêk ne kes, pergal e. Pergal vê hişmendiyê ava dike. Heya ku pergal neguhere, dê kesên mîna Erdogan, Bahçelî û Perînçek di hemû serdeman de derbikevin holê.”      Ozturk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yek ji parçeyên êrîşên li ser gelê kurd pêkanîna kincên yek tîp e. Çawan ku xwestin li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê vîna gelê kurd bişkînin, bi pêkanîna kincên yek tîp jî, dixwazin vîna girtiyên siyasî bişkînin.”   Ozturk, destnîşan kir ku divê gelê kurd van rastiyan baş bixwîn in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ên ku dixwazin xwe li ser civak û gelan ferz bikin, dê têk biçin.”