Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive 2018-02-06 13:31:07   ENQERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Erdoğan, gazinên xwe li Serokê DYA'yê kir û ev tişt got: "Birêz Obama jî rast neaxivî, niha jî Birêz Trump di rêya şaş de ye. Gotin ku 'Emê ji Minbicê vekişin.' Wê demê hûn çima sekinî ne? De hadê derkevin."   Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî.   Erdogan, ji bo serlêdana Vatîkanê ev tişt got: "Serlêdaneke serkeftî li Îtalyayê û Vatîkanê pêk hat. Ji serdema rehmetiyê Celal Bayar heta niha, piştî 59 salan cara yekemîn e em Vatîkanê ziyaret dikin. Me bi lîderê ruhanî yê cîhana katolîk Papa Fransuva re hevdîtinek berfireh û bi feyde pêk hat."   Erdogan der barê operasyona Efrînê de jî axivî û îdia kir ku Operasyona Çiqla Zeytûnê bi serkeftî dewam dike û gazinên xwe yên der barê Amerîkayê de jî wiha anî ziman: "Birêz Obama jî rast neaxivî, niha Birêz Trump jî di heman rêyêde ye. Gotin ku 'Emê ji Minbicê derkevin' Wê demê hûn çima dernakevin? De hadê derkevin. We kî/ê anîn wir? PYD, YPG, PKK anî. Emê axa Minbicê teslîmê xwediyê wê bikin. Cudahiya me ev e."