Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd 2021-07-17 09:23:00 STENBOL - Mûsa Pîroglû yê HDP'î diyar kir ku îqtidar sirf ji bo li ser pêyan bimîne êrîşê dibe ser partiya wan û got: "Heger dilê me û xelasiya ji vê îqtidarê hebe, kesên dixwazin tenê di dema sindoqan de bên cem me, divê niha bên."  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, êrîşên li ser HDP'ê û rewşa dawî nirxandin. Pîroglû, destnîşan kir ku êrîşên li ser partiya wan bi êrîşên Îzmîr û Marmarîsê re dest pê nekirine, ev êrîş ji 7'ê Hezîrana 2015'an heya niha hene.      Pîroglû, anî ziman ku rasterast tiliya îqtidarê di van êrîşan de heye û divê êrîşên vê dawiyê jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin û got: "Bloka tifaqa AKP-Ergenekonê, ji bo li ser pêyan bimînin welat ber bi gerîneka tahdeyê ve birin. Vê tahdeyê jî, li hemberî gelê kurd û yên li cem gelê kurd bi komkujiyên xwînî ava kir. Niha heman tişt çêdibe. Îqtidarek heye, têk dişikê. Lê ji bo têk neşikê û li ser pêyan bimîne, heman senaryoyê çêdike."    Pîroglû, bilêv kir ku şansekî îqtidar nemaye ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û li ber wê du vebijêrk hene. Pîroglû got: "An dê hilbijartinê bêwate bike û bi awayekî aşkere dîktatoriya xw eragihîne an jî dê ji ser dika dîrokê bê paqijkirin. Wekî din tu rêyek wê tune ye. Pêkanînên wê nîşan didin ku dîktatoriyê bijartiye."    STRATEJIYA ÎQTIDARÊ    Pîroglû, diyar kir ku êdî îqtidar nikare rayên kurdan bigire û ji ber ku bi vê dizane berê xwe dide rêyeke notrbûyînê. Pîroglû got: "Îqtidar, hemû stratejiya xwe ki ser vê ava kiriye. Bi krîmînalîzekirina HDP'ê re dixwaze qadên wê yên siyasetê teng bike û wê li derî artîmetîka hilbijartinê bihêle. Îqtidar bi awayekî piralî dilîze û difikire. Ji ber hindê, ez wisa bawer dikim ku amadekariyên hilbijartinê dike. Pir aşkere ye ku îqtidar ji ber krîza abor, krîza civakî û siyasî nikare bi konsepta heyî bimeşe. Ev konsept, li dijî gelê kurd li ser asasê şer hat avakirin. Ev stratejiya şer, xerca yekîtiya bloka îqtidarê ye. Yanî heya ev bloga îqtidarê neyê xerakirin, tu şensekî wê yê di warê prirsgirêka kurdî de tiştekî bike tune ye."    ‘EM TESLÎM NABIN'    Pîroglû, bal kişand ser çûna Erdogan a Amedê û êrîşa li ser avahiya HDP'a Marmarîsê ku piştî çûna Erdogan a Amedê çêbû. Pîroglû, bilêv kir ku bi vê êrîşê re peyama "Heger hûn nesekinin dê bidome" hatiye dayîn. Pîroglû got: "Dixwazin me bitirsînin. Me got, em natirsin û em ê netirsin jî. Gelek caran hat serê me. Em xwe radestî evana nakin."    TIFAQA GELAN    Pîroglû, anî ziman ku tekane rêya mayina li ser pêyan a îqtidar ew e ku HDP'ê têxe feqê. Pîroglû, bilêv kir ku divê her kes dersê ji pêvajoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bigire û got: "Ên li cem HDP'ê nasekinin, diçin li cem qesrê disekinin. Ev êrîş jî, êrîşine ji bo domandina îqtidarê ne. Em tifaqa gelan ava dikin. Rewşa me diyar e. Cihê me, ji bo her du tifaqan jî dibe pirsgirêk. Îqtidar, li rêa serketinê digere. Û hewildnaên ji bo vê êrîşê jî ev in. Ne pêvajoyeke hilbijartinê eî hilbijartin bixwe ye. Kesên dixwazin di dema sindoqan de bên cem me, niha mecbûr in bên cem me. Heger dilê wan û xelasiya ji vê îqtidarê hebe, nexwe divê milê xwe bidin mil gelê kurd. An em ê bi ser bikevin an jî îqtidar. Orteya vî tiştî tune ye. Em mecbûr in bi ser bikevin, ji lew re tu rêyeke me ya din tune ye. Ji bo serketinê jî, têkoşîneke bi hev re divê."    MA / Nacî Kaya – Mehmet Aslan