Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir 2021-07-17 15:34:00 AYDIN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Aydinê serdana dikandaran kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê, dest bi hevdîtinên gel kir. Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, Parlamenterên partiyê Huda Kaya, Kemal Bulbul, Mûrat Çepnî, Zeynel Ozen, endamên MYK û PM’ê beşdarî hevdîtina gel bû. Şandeya HDP’ê, wê li bajêr, tevlî bernameyên cuda bibe.   Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, ewil serdana rêxistina navçeya Kuşadasî ya çend rojê berê hatibû gulebarankirin, kir. Sancar, dûre dikandarên bajêr ziyaret kir. HDP’î di serdana esnafên Cadeyên Kahramanlar û Saglik ên herî qerebalix yên Kuşadasiyê de, bi lêxistina çepikan hatin pêşwazîkirin. Sancar li vê derê bi gel re sohbet kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Dikandarên navçeyê, diyar kirin ku ew HDP’ê weke partiyek ku li dijî polîtîkayên zordariyê yên li welêt derdikevin dibînin, lewma bendewariyên wan pir in. Sancar jî got, ew dikarin bi hevgirtinê van polîtîkayan derbas bikin û divê ew hêvî û berxwedanê xurt bikin.   Sancar piştî serdana dikandaran, wê bi STK’yên Kuşadasiyê re hevdîtin bike.