Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e 2018-02-08 09:14:40 STENBOL- Yek ji 170 rewşenbîrên ku li dijî operasyona li hemberî Efrînê derketin û name ji hemû wekîlên li Meclîsê re şandin jî Nivîskar Ayşegul Devecîoglû bû. Devecîoglû diyar kir ku şer li hemberî mirovahiyê sûc e û wiha got: "Li gor qanûnên me sorkirina şer sûc e."  Zêdeyî 170 rewşenbîr li dijî operasyona li hemberî Efrînê derketibûn û têkildarî vê yekê name ji hemû wekîlên li Meclîsê re şandibin. Yek ji van kesan jî Nivîskar Ayşegul Devecîoglû ye û got wan bi vê nameyê re mafê xwe yê welatîbûnê bi kar aniye û ew her tim aştiyê diparêze û wê tim jî biparêze.    ‘ŞER SÛC E'    Devecîoglû destnîşan kir ku êrîşa li dijî Efrînê sûc e û ev tişt got: "Şer sûc e. Di şer de tenê ne mirov, xweza û dîrok jî zirarê dibîne. Me bi danezana ku weşand xwest welatê me di nav ewlehiyê de be. Me ragihand ku divê hikûmet dev ji vê operasyonê berde û mijarê li Meclîsê nîqaş bike û çareser bike." Devecîoglû bi lêv kir ku di operasyonê de tenê ne Efrîn gelên Tirkiyeyê jî zirarê dibînin û wiha got: "Hikûmet şer weke rêbareze rêveberiyê bi kar tîne. Ji bo li îktîdarê bimîne rêbaza şer û polîtîkaya tirsê bi kar tîne. Em kesên ku li dijî şer in, me got em naxwazin li wir ne leşker ne jî mirovên sivîl bimirin."    ‘BÊ TEREDUT MIN ÎMZE KIR'    Devecîoglû diyar kir ku ew ê tim û tim li pişt danezana ku wan weşandiye bin û azadiyên xwe yên ramanê bi kar bînin. Devecîoglû wiha domand: "Li Efrînê modeleke civaiyî ya ku rê li ber zayendîparêziyê tê girtin, jin dertên pêş, xweza tê parastin tê sepandin. Tê xwestin ku modeleke wisa ji holê bê rakirin, lê em li dijî vê yekê ne. Devecîoglû diyar kir ku di şer de jin wek ganîmet tên hesibandin û wiha got: "Ji ber xaka ku şer lê tê kirin wek xaka dijmin tê dîtin, herî zêde jin zirarê dibînin." Devecîoglû bi bîr xist ku di êrîşan de sivîl tên kuştin û wiha domand: "Kesên li nexweşxaneya Efrînê hemû sivîl in. Jin dixwazin jiyana wan di nêvengeke aram û aştiyane de derbas bibe." Devecîoglû got divê hemû jin li dijî şer derkevin û şer zayendîparêziyê û mîlîtarîzê zêde dike.    Devecîoglû destnîşan kir ku wê bê teredut ev danezan îmze kiriye. Devecîoglû got banga aştiyê bi riya çapemeniyê tê terorîzekirin û welatiyên ku doza aştiyê dikin hedef tên girtin.    ‘DAXWAZA JI BO AŞTIYÊ MAFÊ MIROVAN E'    Devecîoglû ku got "Daxwaza aştiyê mafê mirovan û welatîbûnê ye. Li gor qanûnên me sorkirina şer sûc e. Ez bang li mirovan dikim ku li dijî sûc û şer derkevin" xwest ku her mirov peywira xwe ya welatîbûynê bi cih bîne.