Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe 2018-02-09 16:16:46 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di der barê wê de biryara binçavkirinê heye daxuyanî da û got: “Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin.”  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di der barê wê de biryara binçavkirinê heye, têkildarî operasyonên ji sibê ve dest pê kirin daxuyaniya nivîskî da. Daxuyaniya bi sernavê “Biryara binçavkirinan siyasî ye. Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe” ya Kemalbay wiha ye: “Astengiyên desthilatdariyê ya li pêşiya kongreya me ya giştî didomin. Her roj li her devera welat rêveber û endamên partiya me tên binçavkirin.   Di operasyona dij hiqûq a îro berdestî sibê pêk hat hevberdevkên HDK’ê û pêkhateyên partiya me binçav kirin. Ev binçavkirinên dij hiqûq şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hevalên me hatin binçavkirin demil dest berdin.  Armanca van operasyonên kêfî û bêhiqûqî ew e kongreya asteng bike û pêk neyê. Raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê kêlî bi kêlî astengiyên li pêşiya kongreya me dişopîne.    Hemû rêveber, endam, pêkahate û gelê me dê partiya me HDP’ê bêxwedî nehêle. Dehilatdariya dixwaze vê xwedîderketinê ji raya giştî veşêre, bila baş dizanibe dilê bi milyonan gelê me ji bo têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê lê dide.    Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin. Em ê roja yekşemê di 11’ê sibatê de bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe û pêk bînin.”